Diyarname
32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’e ve tê organîzekirin bi merasimeke dest pê kir.
Ji bo vekirina festîvalê li Salona Kongre û Pêşangehê ya Navneteweyî ya Lutfu Kirkir merasimeke mezin hate li dar xistin. Di merasima vekirinê ku pêşkêşvaniya wê lîstikvan Mehmet Ali Alabora kir; lîstikvanên wekî Selma Ergeç, Halit Ergenç û Nazan Kesal jî her yek hatin qala beşeke festîvalê kirin û bi vî awayî di nav pêşkêşvaniya şevê de cih girtin. Digel lîstikvan, derhêner, rojnamegeran bi hazaran kes li merasimê amade bû ku li salonê cih tune bû û gelek kes li ser derenceyan rûniştin. Her wiha ji sînemaya dinyayê jî mêvan hebûn ku du ji wan Petricia Arquette û Bille August bûn ku her du dema derketin ser dikê qala beşa “Fîlmên Jinan” a festîvalê kir ku di vê beşê de 9 fîlmên ku yan jin serlîstikvan in, an derhênerin kir.
Ji bilî beşa “Fîlmên Jinan” yek ji beşa nû ya festîvalê jî Xelata Fîlmê Yekemîn e. Derhêner Seyfî Toraman ku di 2012’yan de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû ji bo bîranîna wî ev beş hate organîzekirin. Di vê beyê de fîlmên derhênerên ji Tirkiyeyê yên yekemîn car kişandine dikevin pêşbaziyê. CMYLMZ Fikirsanat ji bo pênc salan xelata vê beşê girtiye ser xwe.
Pêşkêşvan Alabora dema qala parastina salona Sînemaya Emekê kir temaşevanan li salonê bi deqîqeyan li çeqikan da û komek jî pankarta “Emek a me ye, Stenbol a me ye” vekir û diruşm avêtin. Salona Emekê ku yek ji salonên kevnare yê Tîrkiyeyê ye û li Stenbolê salona herî mezin e dê bê xirakirin û ew de bibe navenda dan û standinê. Festîvala Stenbolê jî di nav de sînemager dixwazin salon wekî xwe bimîne û bê parastin. Ji bo vê yekê, ji bo balê bikişînin ser salonê festîval, roja 31’ê mehê li ber salona Emekê jî merasimeke destpêkirina festîvalê li dar dixe..
Di şevê de Xelatên Rûmetê jî dan kedkarên sînemayê. Yek ji lîstikvanên Yeşîlçamê Lale Belkis xelata xwe ji destê Ediz Hun, derhênerê dîmenê Aytekîn Çakmak xelata xwe ji destê Hande Ataîzî û Ayşe Şasa ku heta niha nivîskariya senaryoyê kiriye, pirtûk nivîsandiye jî dê xelat bigirta. Ew nehat lê ji dêvla wê ve derhêner Semih Kaplanoglu xelata wê girt û dê ragihîne wê.
Her wiha yek ji lîstikvanên navdar ê Sînemaya Tirkiyeyê jî Ahmet Mekin jî xelata xwe ji destê Turkan Şoray girt. Mekin ku ev 55 sal in sînemagerî dike di fîlmên wekî “Bu Vatan Bizimdir” (Ev welat ê me ye), “Aramıza Kan Girdi” (xwîn kete navbera me), “Vurun Kahpeye” (Li qehpikê bixin), “Dugun” (Dawet), “Abbas”, “Kuyucakli Yusuf” (Yusufê ji Kuyucak) û “Selevi Boylum Al Yazmalim” de lîstibû.
Piştî merasimê fîlmê derhêner Pedro Almodovar ê bi navê “A’m So Excited” (Ezê serê xwe bixim) wekî fîlmê destpêkê hat nîşandayîn.
Festîval heta 14’ê avrêlê dê li dar be û li salonên wekî Atlas, Beygğlu, Muzeya Perayê (Ev li Beyogluyê ne), li , City’s (Li Nîşantaşi), li Feriye (Ev li Ortaoky e) û li Rexxê (ev li Kadikoy e) fîlm têne nîşandayîn. Di festîvala ku hin fîlmên derhênerên kurd jî lê tê nîşandayîn de, di bin 20 beşên cuda de bi ser 200 fîlmî re fîlm têne nîşandayîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Festîvala Fîlman a Stenbolê bi ser 200'î re fîlmî pêşkêş dike
- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû