Diyarname
Welatê Çînê ji bo xebatên fezayê gelek kedê dide û ji bo vê yekê gelek razemenî dike. Çîn ku xwe amade dike hîva sûnî (ne rastîn) bişîne fezayê niha jî biryar daye ku rojek sûnî çêbike.
Li gor raporek ku hatiye amadekirin Çîn li ser Projeya Roja Sûnî gelek dixebite. Enstîtuya Fîzîka Plazma ceribandin çêkir û derket holê ku ev ceribandina wê du qat ji ceribandinên berê baştir encam daye. Bi nuklefer fuzyonê germê bi dest dixin ku ev yek wekî bingeha vê projeyê ye. Di heman demê de dê bikin ku vê ji bo enerjiya pak (paqij) jî bikar bînin.
Projeya hîva sûnî ku Çîn xwe amade dike di demên pêş de bişîne fezayê, bi vê hîvê armanc ew e ku bajarên xwe bi vê ronî bike. Hat gotin ku dema ev hîva sûnî bişînin fezayê dê bi qasî qadeke 80 kîlometreyî ronî bike. Hat gotin ku ev hîv dê bajarê Chengdu ku li başûrê rojavayê Çînê ye ronî bike.
Serokê Lêkolînên Pergala Teknonolojiya Mîkroelektrîk û Zanista Hewayê ya Chengdu Wu Chunferng gotiye ku ev projev hîva sûnî dê sala 2020'an de bikeve jiyanê.


