logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Vegotina nivîskî û devok

Di her zimanî de, vegotina devkî û ya nivîskî ne yek e. Her wiha di her zimanî de devok jî hene.

  • Dîrok: 14/01/2009
  • Beş: Serbest

 

Behlûl Zelal

Di her zimanî de, vegotina devkî û ya nivîskî ne yek e. Her wiha di her zimanî de devok jî hene. Asta pêşketina civakê, rewşa perwerdehî û pêşketina nirxên çandê cudabûna vegotina devkî û ya nivîskî diyar dike. Li hêla din, dirûv û teşeya erdnîgariyê, çand û toreyên ol û eşîrî, taybetmendiyên herêmî jî devokan derdixin holê. Ev yek tiştekî sirûştî ye, asayî ye. Bi gelempêrî ev wisa be, bi taybetî ji bo zimanê kurdî û kirûyên vî zimanî yên nivîskî û devkî tiştekî din in. Sedem diyar e.  Lowma di vî warî de pirsgirêkên zimanê kurdî ji yên gelek zimanên dinyayê zehftir in, dijwartir in. Standartbûn, yekgirtina di nav sazî, rêxistin û nivîskaran de ji her tiştî zehmetir e. Piraniya zarava û devokan derdê ser derdan e.
Lê piştî hin pêşveçûn û geşbûnên pêvajoya van salên dawî yên zimanê kurdî de,  hin tişt jî bi awayekî erênî derketin holê. Bi awayekî sergihayî nebe jî, hinek tişt wekî standardiyê derdikevin pêş. Ligel van, ez dixwazim balê bikşînim li ser mijara vegotina herêmkî/devkî. Di vegotina nivîskî de, ji bilî diyalog yan jî axaftinên lehengan, divê mirov şêweya standardî ku bi piranî gelek kes (zimanzan, nivîskar) dipejirînin bikar bîne. Di vegotina zimanê nivîskî de ev yek divê teqez hebe. Lê di axaftina lehengan de, mirov di vegotinê de lehengên xwe bi zimanekî standartkirî/nivîskî bipeyivîne ne pêwîst e û ne rast e jî. Ji devoka lehengê/î, mirov cihê bûyerê jî têdigihêje. Xwendevan, peyvikên herêmên navborî jî fêr dibe. Bi wan peyv û şêweya axaftina herêmî, mirov dikare bikeve nav derûniya bûyer û lehengan jî. Ev yek tameke xweş e jî.
Wekî mînak di romana birêz Helîm Yusiv (Gava Masî Tî Dibin) û  di romana birêz Şener Ozmen (Rojnivîska Spînoza) de di vegotina axaftina lehengan de, devoka herêma lehengan bi awayekî xweşik hatiye bikaranîn. Mirov bi vê yekê dizane bê bûyer li ku dera welêt diqewime, yan leheng ji ku dera welêt e. Û ev yek vegotinê xweş dike.
Lê dema mirov berhema birêz Selahattin Bulut a bi navê ‘Xadim’ (Weşanên Avesta, 2008, Stenbol, Çîroka dirêj) dixwîne, mirov nikare heman tiştî bibêje. Ji ber ku birêz Selahattin Bulut, bi giştî di her vegotinê de zimanê devkî (devoka Dêrika Çiyayê Mazî) bikar aniye. Bi rastî ev yek ne tenê ji hêla birêz S.Bulut ve tê kirin. Ev yek bi piranî di şêweya hemû nivîskarên ku ji derdora Dêrika Çiyayê Mazî ne xwe dide der. Xwezî kêmasî tenê di bikaranîna vegotina devkî/herêmî de bûya. Ji bilê vê yekê taybetmendiyeke axaftina -ligel gelek hêlên xweş û rast- vê herêmê heye ku kesê duyem ê yekjimar û kesê sêyem ê yekjimar di heman şêweyê de bikar tînin. Ji dêvla ku bibijên “Tu diçî” dibêjin “tu diçe”, ji dêvla bibêjin “tu hatî” dibêjin “tu hat” û hwd. Mixabin ev awa şaş e, ne rast e. De îcar mirov vê şaşiyê bixe nav zimanê nivîskî ne rast e. Ligel vê şêweya şaş ku tê bikaranîn gelek peyvik (peyv) jî bi awayekî çewt (herêmkî/devkî) hatina bikaranîn. Bi dîtina min ev yek jî ne rast e û divê nivîskar heta jê bê, xwe ji şêweya herêmkî dûr bigre.
Li vê derê peywir û rista weşanxaneyan jî heye ku divê berhemên xwe li gorî standardiyên hevpar radekte bikin. Dîsa bi qasî vê, vegotinên ku bi mantiqa tirkî pêk hatine, bi mantiqa kurdiyê rast bikin. Na na ew jî dê xizmetê ji çewtiyan re bikin. Ji bo ku mijar çêtir bê têgihiştin ez ê ji pirtûka navborî çend mînakan bidim:
“kulavên neşuxulandî” r.7. ( di wateya kulavên nû)
“nêrî” di wateya (nihêrî) bi şêweya devkî hatiye nivîsandin.r.8
“şewqê xwe” di wateya (şewqeya xwe) r.9
“simêlan” di wateya (simbêlan) r.18
“kincên ku zû de ye” di wateya (kincên ku ji zû ve ye ) r.22
“ew li ser sendelyê bi rûniştandin da.” Di wateya ( li ser sendalyayê rûnand) r.24
“goştekî baş li kû derê hebî tu dikire” di wateya ( goştekî/goştê baş li ku derê hebe tu dikirî) r.38
“hê serjê nekiribû” di wateya ( hê ser jê nekiribû) r.37

Mînakên wisan heta dawiya pirtûkê hene, ez bawer dikim ji bo têgihîştina mijarê ev mînak têr dikin.
                                   

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Nomadland'ê mohra xwe li şeva Oscarê da

ad

Notên ji hevdîtina BDP'ê ya Washingtonê

ad

Ma Şêx Seîdî bi hurmet anê vîrê xo

ad

Barak Obama

ad

Makedonya navê xwe diguherîne

ad

Mesûd Barzanî û Muqteda Sadr bi hev re axivîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname