logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Welatek

Hebû tunebû. Li vê dinyayê welatek hebû. Ev welat, ji gelek şaristayan re mazûvanî kiribû lowma ji hin hêlan ve dewlemen

  • Dîrok: 10/11/2008
  • Beş: Serbest

 

Behlûl zelal

Hebû tunebû. Li vê dinyayê welatek hebû. Ev welat, ji gelek şaristayan re mazûvanî kiribû lowma ji hin hêlan ve dewlemend be jî, ji gelek hêlan ve lawaz bûbû.
Zeviyên wî ziwa, çiyayên wî tazî bûn. Hesreta xwezaya vî welatî dilopek baran bû. Ji ber vê yekê ajalên ku li vî welatî dijîn jî, her û her kêm dibûn. Lê dijberî xwezayê, mirovên vî welatî pir çeleng, zana û xwezaperest bûn. Gel, li her derê, ji çar alî ve,  her cure darên  xweşik, dartahm datanîn, bi hêza xwe zora xwezayê dibirin. Her wiha ajalên ku nifşên wan li vî welatî  kêm bûne li malan xwedî dikirin û ber bi çiya û deştên xwe ve berdidan. Xaniyên vî welatî di nav bexçe û kulîlkan de bûn. Her der, kesk bû. Zozan, çiya, deşt, gund, bajar, her der mîna bihuştê bû.
Zarokên vî welatî, ji mezinên xwe jî paqijtir, jêhatîtir û zanatir bûn. Wan tu carî qirşeke biçûk jî nediavêtin erdê, gemariyên ku bêhemdî biketa erdê jî li hewayê digirtin û dibirin, diavêtin  salikên gemarê. Heta zanayên vî welatî li ser gemariyan dixebitîn ku enerjiyekê jê derxin. Wekî din jî zanist enerjiyê, ji avê, ji hewayê bi dest dixistin. Bêyî ku xweza qerejî bikin û xera bikin enerjî bi dest dixistin, enerjiya zêde didan dewletên cîran û belengaz.
Zilamên vî welatî qet hez ji qehwexane û tiştên beradayî nedikirin. Ew an li dezgeh û karxaneyan karê xwe asayî dikirin, an bi zarok û malbata xwe re mijûl dibûn. Malbat, cîran, tax bi tax, gund bi gund bi hev re kêf û seyran dikirin. Her roja wan a roşanê yan betlaneyekê mîna mihrîcanên xwezayê, mîna mihrîcanên neteweyî derbas dibûn. Jixwe di her qada ku dikaribûn tenê bi zimanê xwe diaxivîn. Bi çanda xwe dijîn, li muzîka xwe guhdarî dikirin, kitêb û rojnemeyan bi zimanê xwe dixwendin. Bi hezaran sal, bi sedan dagirker hatibûn zilm û zor kiribûn lê qet zimanê vî welatî ber bi windabûnê ve nebiribûn. Berxwedana vî welatî rê nedabû vê yeka hanê. Lowma a niha jî li her kolana vî welatî qîr, sixêf û awazên bi zimanê vî welatî difure.
Rewşenbîrên vî welatî nedişibîn rewşenbîrên xelkê. Rewşenbîrên xelkê her çi qasî ku jîr bin jî, ji gel cuda dijîn. Tu têkiliya wan bi gel re tune bû. Lê rewşenbîrên vî welatî, zehf nefsbiçûk bûn. Heke yekî ku wan nas neke ew bidîtana dê bigota teqez ev yan şîrfiroş in, yan jî ew kesê ku seyar digerin kêran tuj dikin in. Wekî ku difikirîn dijîn, hemû behre û berhemên xwe xistibûne xizmeta gelê xwe.
Nivîskarên vî welatî jî, ji rewşenbîran ne kêm bûn. Jixwe kî rewşenbîr e, kî nivîskar kesî ji hev dernedixist. Her nivîskarek bi rista rewşenbîrekî livdar û jîr tevdigeriya ji bo ku çareserî û dermanan peyda bike ji êş û keserên gelê xwe re. Berî her kesî xwe berdidan qada çalakî û têkoşînê. Ew mamosteyê zimanê xwe, ew rêber û hevalên gelê xwe bûn.
Rojnamagerên vî welatî jî pir pir jêhatî û afirîner bûn. Her roja Xwedê bi tiştek nû ku li tu dera cîhanê kes pê nizane derdiketine hemberî xwendevan û gelê xwe. Û jixwe ji ber vê yekê bû ku gel jî bêrawest rojnameya wan dixwend û tu carî jê têr nedibû. Mesela, qunciknivîsên rojnameya vî welatî ku tekane rojnameya xwerû bi zimanê vî welatî weşan dikir, nola fîlozofan bûn. Qet ew weki nûçegihanekî tevnedigeriyan. Nûçegihanî, karê nûçegihanan bû. Qet wan axaftin û gotinên kesên din dubare nedikirin, heta rojnamegerên vî welatî, ji dubarekirinê ew qasî aciz bûn, cutina beniştî li xwe qedexe kiribûn.
Lê ji hemûyan bêhtir, taybetmendî, rewişt û sinca siyaset û siyasetmaderên vî welatî bala hemû mirovên cîhanê dikşand ser xwe. Te digot qey ne li vê dinyayê dijin. Raman, rêxistin, feraseta wan çi dibe bila be. Ew ne pir girîng bû. Hemû hêz bi rihekî tevdigeriyan, te digot qey ev hemû di yek rêxistinê de ne, tenê ji bo kêfê navê cur bi cur li xwe kirine. Di her mijara ku ji bo gel û welatê wan rast bû, bi hev re radibûn ser piyan. Berjewendiyên xwe yê rêxistinî û kesane bişid diavêtine tihêle xwe. Bi hêzeke nedîtî, piştaveniya hev û welatê xwe dikirin. Digotin, em xulamê gel in. Em nobedarê vî welatê ne, ‘heta tenûra dayika şîrîn û tiwa di hewşê de’ jî tê de. Ku xetereyek rû bidana yan êrîşek bihata ser vî welatî û gelê vî welatî, hemû siyasetmedar dibûn yekdeng. Ma tenê ev, siyasetmedarên vî welatî ji rewşenbîrên wan jî nefsbiçûktir bûn. Tim û tim di nav gel de bûn. Heta êvarî bi gelên xwe re bi dama, nehberkê û kişikê dilîstin. Jinên siyasetmedar, pêşmalên xwe girê didan û teşiya xwe ba didan. Kî gavan bû, kî êm dida mirîşkan, kî serokê şarederiyê bû, kî siyasetmerdar bû, tenê ku her kesî nasnameya xwe ji xelîtka xwe derxistina diyar dibû.
Hûn ê niha bêjin ‘Bes e gidî, ev welat ku der e?’
Ez jî dibêjim, ma ji we re çi? Hey ev welat ne Kurdistan bû....

 

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil

-

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

10 sal ceza dan Adnan Hasanpur

ad

Li 3 Zanîngehên Rojava çend xwendekar bi cih bûn?

ad

12 çîrok, 12 xêz û Nasredîn Xoceyek

ad

Roja nîqaşa girtina Ak Partî: 28'ê mehê ye

ad

Serketiyên Mîhrîcana Şanoyê hatin xelatkirin

ad

"Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname