Diyarname
11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê îro dest pê dike û heta 2'yê gulanê wê li dar be. Festîval îsal bi mijara bingehîn a wekî "Diyalog ji bo aştiyê" li dar dikeve.
Merasima destpêkirina festîvalê îro wê li Qonaxa Cemil Paşa li dar bikeve û bi awayekî fermî festîval dest pê bike. Di merasima destpêkirina festîvalê de wê Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û Seroka ITI'yê (Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî) Jessica Kaahwa biaxivin.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) festîvalê organîze dike. Bi giştî 22 lîstik wê bêne pêşkêşkirin. Armanca festîvalê ew e ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û têkiliyên çandî werin xurtkirin.
Di festîvalê de ligel lîstina lîstikên şanoyên û performansan, dê gotûbêjên li ser şanoyê jî li dar bikevin.
Ji bo hemû bernameyê lînk:
FESTÎVALA ŞANO / AMED

**
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd
**


