logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Kovara Tîrojê: Di 68'an de ji “Kurda ra azadî” hate gotin

Hejmara nû ya Tîrojê derket. Di kovarê de Kemal Parlak dibêje, "Di 68'an de yekem car ji kurda ra azadî hate gotin."

  • Dîrok: 03/09/2008
  • Beş: Çapemenî

 

Diyarname
Hejmara nû ya Tîrojê derket. Di kovarê de Kemal Parlak dibêje, "Di 68'an de yekem car ji kurda ra azadî hate gotin."

Kovara Tîrojê du mehan carekê bi kurdî û tirkî derdikeve. Kovar ku niha gihîşt hejmara xwe ya 34'an, hejmara xwe ya nû a rezber-kewçêrê derxist. Kovarê di hejmara xwe ya berê de dosyaya xwe li ser "68'ê kurdan, kurdên 68'an" amade kiribû û di vê hejmarê de jî beşa duyem, beşa dawî ya dosyayê weşandiye. Di hejmara borî de kesên wekî Faik Bulut, Hikmet Bozçali, Ertugrul Kurkçu û Aydin Çubukçu li ser wê serdemê dîtinên xwe anîbûn ziman, di vê hejmarê de Kemal Parlak, Şakir Epozdemir, Tarik Ziya Ekinci, Îsmail Beşikçi, Ragip Zarakolu û Yusuf Akdag bi nivîsên xwe 68'ê kurdan zelal dikin.
Yek ji kesên ku fikrê avakirina komeleyan tîne ziman Kemal Parlak e. Parlak li ser wê demê dibêje "68 serdemeke tevlihev a bandorkeriyê bû" û dûre van gotinan pêşkêş dike: "Dema ez xwendekar bûm, ji doza 49'an kekê me yên ku Zanîngeha Tibê dixwendin li yûrdan diman. Em gelek tiştî ji wan hîn bûn. Bi taybetî kesên wekî Edip Karahan, Musa Anter, Faik Savaş... Tiştê herî girîng gelek keda tevgera TÎP'a sosyalîst hebû ku asoya me veke. Mînak ez yekem car dibêjim, wê demê di sala 1969-70'yan de yekem car slogana "Kurda ra azadî" di komcivîna li Enqereyê de (ev yek bû sedema girtina TÎP'ê) hate avêtin."
 
Şakir Epozdemîr di nivîsa "68 û nifşê ku şop li tarîxê kir" de  qala wê demê dike, Ragip Zarakolu jî li ser wê demê van tiştan bibîr dixe: "Yekem çalakiya 68'an li darxistina Dogu Gecesi (Şeva Rojhilatiyan) bû ku FKF û komeleyên herêmî yên xwendekarên kurd bi hev re di rêbendana 1968'an de li salona sporê ya herî mezin a Stenbolê li Salona Spor û Sergiyê li dar xist. Li Stenbolê yekem car muzîka kurdî dihat gotin, folklor dihat pêşkêş kirin. Digel ku faşîstan gule bara wir dan û bombeya bimij avêtin sehneyê jî coş xira nebû û reqs û muzîk dom kir."
Tarik Ziya Ekinci ji TÎP’ê, heta MDD, DEV-GENÇ, DDKO’yê li ser wê demê disekine, Îsmaîl Beşîkçî jî pirsa, "Wê demê fikreke taybet a kurd hebû?" davêje holê.

Di nivîsên siyasî yên kovarê de Îrfan Amîda û Sedat Yurtdaş her duyan bi kurdî li ser doza Ergenekonê nivîsandiye, Tevfik Taş jî mijara "Em ne şerawestin aştiyê dixwazin" aniye rojevê.

Helbestvanê kurd Berken Bereh helbesta klasîk a kurdan û helbesta dîwanê daye ber hev, Cemil Oguz jî li ser nebûna xêzefîlm û pirtûkên zarokan ên ji bo zarokên kurdan rawestiya ye. Samî Tan di nivîsa xwe de notên li ser Konferansa TZPKurdî pêşkêş kiriye, ê Mahmut Alinak jî nameya ku wî ji girtîgehê şandiye di kovarê de cih girtiye.

Aso Xak û Delal Kazici bi hunermend Mehmet Atli re li ser albuma wî ya nû "Wenda" hevpeyvîneke kiriye. Atli dibêje, "Divê muzîkarên kurd ji wêjeya modern a kurd jî sûdeyê bigirin."

Her wiha Bariş Avşar, Dijwar Ûskan, Celal Beşiktepe, Sibel Ozbudun, Temel Demirer, Mehmet Ali Işik, Mehmet Bayrak, Şenay Aydemir, Ali Riza Kilinç, Keko Azad, Eylem Yildizel jî bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Qedexeya lîstika şanoyê "li gor zagonê" ye!

ad

Li gor mebûsên HDP'ê, dê HDP sedî çend dengan bigire?

ad

Ceza li Gun TV birîn

ad

Ji bo moralê Amedsporê 3 pûanên girîng

ad

Derenceya Eyfelê hat firotin

ad

Fîlmê 'Cîran' li Swîsreyê wekî fîlmê salê hat hilbijartin û xelatkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname