Cizîr
Nihat Kazanhan ê 12 salî ku li Cizîrê ji aliyê polîsên dewleta Tirkiyeyê ve hat kuştin îro bi beşdariya deh hezaran kesî cenazeya wî hat definkirin. Gel diruşmên "Nihat bêmirin in", "Şehîd hamirin", "Qatil Dewlet, Qatil AKP" bilind kirin. Mebûsê HDP'ê Faysal Sariyildiz wisa axivî: "Exlaqek, hiqûqek şer jî ya neyartiyê jî heye. Li vir bêhiqûqiyek gelek mezin nîşan didin."
Ji bo merasima cenazeyê xwendekar neçûn dibistanan, esnafan dikanên xwe girtin.
Xwendekar piştî definkirina cenazeyê li Kolana Orhan Dogan mexiyan heta ber avahiya Qeymeqamiyê û li wê derê nîv saet çalakiya rûniştinê li dar xistin. Xwendekaran pênûs û defterên bi xwe re anî bûn avêtin bexçeyê Qeymeqamî û bûyer şermezar kirin.
Berî Nihat Kazanhan di mehedê de zarokên kurd ên din ku hatine kuştin ev in: Umît Kurt (14), Bariş Dalmiş (15), Îbrahîm Aras (15), Musa Azma (16), Rojhat Ozdel (18), Yasîn Ozer (19)."


