logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

NBC mohra xwe li Oscarên Tirkiyeyê da

Xelatên Komeleya Rexnegirên Sînemayê (Siyad) ku li Tirkiyeyê wekî Oscarên Tirkiyeyê têne hesibandin îsal 47'emîn car hat

  • Dîrok: 11/03/2015
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Xelatên Komeleya Rexnegirên Sînemayê (Siyad) ku li Tirkiyeyê wekî Oscarên Tirkiyeyê têne hesibandin îsal 47'emîn car hatin belavkirin. Derhêner Nuri Bilge Ceylan bi fîlmê xwe "Kiş Uykusu" xelata Derhênerê Herî Serketî û Fîlmê Herî Serketî jî di nav de di 6 waran de xelat girt û mohra xwe li şevê da.

SİYAD ev 47 car in her sal xelatê didin fîlmên salê. Fîlmên ku li Tirkiyeyê ketine vîzyonê, her wiha kurtefîlm û belgefîlm wekî fîlmê salê ji aliyê endamên komeleyê ve têne hilbijartin û bi merasimekê xwediyên wan tên xelat kirin. Ji bo merasima xelatdayîna îsal li CRR'ê şevek hate li dar xistin. Di şeva ku Ozge Ozberk pêşkêşvaniya wê kir de bi axaftina Seroka Siyadê Melis Behlil dest pê kir. Bellih, Berkin Elvan ku di bûyerên Geziyê de hatibû kuştin bibîr anî û dûre got ku ew dijî sansur û astengkirina azadiya ramanê ne, ew dijî her cude sansurê ne.

Serokê Rûmetê yê SİYAD'ê Atilla Dorsay jî diyar kir ku Tirkiye ji serdemeke zor re derbas dibe, li her derê mirov xemgîn in, dûre xwest ku îşev bibe şeva terapiyê.

'Bila zarok neyên kuştin'

Lîstikvan Melîke Demîrag ku derket xelatê bide kurteaxaftinek kir û got ku ew dixwaze aştî û hêvî li dinyayê bibe hakim û zarok neyên kuştin.

Di şevê de ji ber keda wan a ji bo sînemayê Îrfan Demîr, Genco Erkal, Atilla Ozdemiroglu, Nebahat Çehre û Yavuz Turgul bi Xelata Rûmetê hatin xelatkirin.

'Kiş Uykusu' xelat berhev kirin

Di şevê de fîlmê derhêner Nurî Bîlge Ceylan "Kiş Uykusu" (Xewa li Zivistanê) mohra xwe li şevê de. Fîlm di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî (NBC), Lîstikvana Herî Serketî (Mesila Sozen), Lîstikvanê Herî Serketî (Haluk Bilginer), Lîstikvanê Dumeyîn ê Herî Serketî (Ayberk Pekcan) û di warê Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî (Gokhan Tiryaki) bi giştî di 6 waran de bi ser ket.

'Umut' bû yekemîn

Endamên Siyadê ji bo 100 saliya Sînemaya Tirkiyeyê jî ji nav hemû fîlmên heta niha hatine kişandin de 10 fîlmên herî serketî hilbijartin. Di nav 10 fîlmên hatin hilbijartin de 3 fîlmên ku Yilmaz Guney mohra xwe li wan daye derketin pêş.Di van de fîlmê Yilmaz Guney "Umut (Hêvî)" bû yekemîn. Lîsteya 10 fîlmên serketî yên sed salê wisa  çêbû: 1- Umut (Yilmaz Guney), 2- Yol (Yilmaz Guney, Şerif Goren), 3- Sevmek Zamani (Metin Erksan), 4- Anayurt Oteli (Omer Kavur), 5- Vesikali Yarîm (Lutfi Akad), 6- Muhsin Bey (Yavuz Turgul), 7- Suru (Yilmaz Guney, Zeki Okten), 8- Selvi Boylum Al Yazmalim (Atif Yilmaz), 9- Masumiyet (Zeki Demirkubuz), 10- Bir Zamanlar Anadolu (Nuri Bilge Ceylan).

Vane Xelatên Siyadê yên di şevê de hatin belavkirin:

- Fîlmê Herî Serketî: Kiş Uykusu

- Derhênerê Herî Serketî: Nuri Bilge Ceylan (Kiş Uykusu)  

- Xelata Mahmut Tali Ongoren a Senaryoya Herî Serketî: Deniz Akçay (Koksuz)  

- Xelata Cahide Sonku ya Lîstikvana Herî Serketî: Melisa Sozen (Kiş Uykusu)

- Lîstikvanê Herî Serketî: Haluk Bilginer (Kiş Uykusu) 

- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Lale Başar (Koksuz)

- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Ayberk Pekcan (Kiş Uykusu) 

- Muzîka Herî Serketî: Kenan Dogulu (Unutursam Fisilda) 

- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Gokhan Tiryaki (Kiş Uykusu) 

- Vesazkirina Herî Serketî: Yorgos Mavropsaridis (Sivas)

- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Soydan Kuş (Unutursam Fısılda) 

- Belgefîlmê Herî Serketî: Tepecik Hayal Okulu (Derhêner Guliz Saglam)

- Kurtefîlmê Herî Serketî: Mujdeler Var Yurdumun Topragina Taşina, Erdi Sinemam 100 Şeref Yaşina! (Derhêner Melik Saraçoglu û Hakki Kurtuluş)

 

 Nuri Bilge Ceylan careke din xelat berhev kirin.

 

 Derhêner Yavuz Turgul xelata rûmetê girt.

 10 fîlmên herî serketî yên sed salê hatin hilbijartin. Ji van fîlman kesê têde cih girtibûn û hê dijîn derketin ser dikê.

Kenan Dogulu ku xelata Muzîka Herî Serketî girt, ligel lêdana piyanoyê stranek jî pêşkêşî temaşevanan kir. 

Foto: Cemil Oguz

 

 

 

 

REKLAM

 

"Ji Osmanî heta Komarê Dêrsim"

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Weşanên Na beşdarî fûara pirtûkan dibe

ad

Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê

ad

Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'

ad

Ji 'Bayê Zewêdiyan' 4 helbest

ad

Karê arşîvê, kurd û Cegerxwîn

ad

Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname