Diyarname
Bi navê "Di warê pirtûk û zimanê kurdî de rola malperên kurdî" tê nîqaşkirin.
Malpera me Diyarname kete 10 saliya xwe. Ji bo vê 10 saliyê heta dawiya salê dê hin çalakiyan li dar bixin. Yek ji wan çalakiyan panelek e ku di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Amedê de li dar dikeve. Panel bi sernavê "Di warê pirtûk û zimanê kurdî de rolê malperên kurdî" li dar dikeve. Di panela ku dê rojnameger Zulkuf Kişanak bi rê ve bibe de edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz û nivîskarê Diyarnameyê Zekî Ozmen dê biaxivin. Ew dê rola malperên kurdî binirxinin û aliyên erênî û neyînî yên malperên kurdî ji bo pirtûk û ziman bînin ziman.
Di panelê de pirtûka ku ji bo 10 saliya Diyarnameyê hatiye amadekirin û her wiha hin diyariyên din dê ji bo pîrozbahiyê wekî diyarî bê pere bêne belavkirin.
Di warê pirtûk û zimanê kurdî de rola malperên kurdî"
Dîrok: 17.05.2015
Saet: 15.00 - 16.45
Cih: Salona Sînemayê
Amadekar: Diyarname