Amed
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bang li amediyan kir û got ku bila her kes vegere malen xwe û kes neyê provokasyonê. Demîrtaş got: "Li hemberî êrîşan sibê bersivê di sindoqan de bidin."
Piştî duh li hemberî mitînga HDP’ê ya Amedê êrîşa çekdarî pêk hat li bajar rewşa gengeşî berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş peyamekî baldariyê weşand. Demîrtaş hişyariya da û got kuher kes bila vegere malen xwe, li hemberî êrîş û provokasyonan sibê di sindoqan de bersiva hêzên tarî bide û baldar be. Demîrtaş di serî de ji gelê Amedê û hemû raya giştî banga baldariyê kir û xwest li hemberî provokasyonên hêzên dixwazin hilbijartinê têk bibin gel vegerin malên xwe kir û aram bin.
Di mijara pîrozbahiyan de jî hişyarî kir
Demîrtaş li ser pîrozbahiyan careke din dubara kir û got: “Bi tu awayî pîrozbahî nayên kirin û heye encamên fermî negihîjin ber destên wan bila kes bawerî bi tiştên wisa neyne." Demîrtaş, da zanîn ku heya wekî partî encamên teqez neyên eşkere kirin tu biryara wan a pîrozbahiyê nîn e.