Diyarname
Gelek rêxistinên sivîl hatin cem hev û li hemberî şer Bloka Aştiyê bi diruşma "Li Sûriyê Ji Şer re Na, ji mudexeleya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê re na" avakirin.
Ji DÎSK'ê heta KESK, TMMOB, TYS û TBB, ji komeleyên jinan heta saziyên siyasî, ji platformên wekî 78'î, AKADER, Akademîsyenên ji bo aştiyê, Komeleyên Elewî heta partiyên siyasî yên wekî DBP, DÎP, DSÎP, EMEP, EHP, ESP; HDP, ÎDP. ODP, SYKP, Yeşille ve Sol Gelecek gelek derdor hatin ba hev û blokek bi navê "Bloka Aştiyê" ava kirin. Ne li ser navê CHP'ê lê hinek mebûsên CHP'ê yên wekî Fikri Saglar, İlhan Cihaner, Sezgin Tanrikulu, Mehmet Tum, Musa Çam, Oguz Kaan Salici, Veli Agbaba jî têde li dor 15 mebûsên CHP'ê piştgirî da vê blokê û di nav de cih girtin.
Daxuyaniya Bloka Aştiyê roja 10'ê mehê li Cezayir Restorant ji aliyê endamê Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Gencay Gursoy ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hema li ber sînorê me li hemberî qomkujiya çeteyên DAIŞ'ê gel bi hêza xwe Têkoşînê didin, lê AKP vê têkoşînê ji xwe re dike hedef û dixwaze qada şer gur bike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di rewşek wisa de leşker û amûrên leşkerî didin ser hev ku em nizanin dê berê xwe bidin ku derê, loma em ji bo aştiyê hatine cem hev. Daxuyanî wisa didome: "Hikumeta AKP ji bo di nav şerê li Sûriyeyê de cih bigire çi ji dest hatiye kiriye, raste rast, an bi awayekî ji dorhêlî ve kiriye ku DAIŞ mezin bibe. Qesr û Hikumeta wê ku di hilbijartina 7'ê pûşperê de nekariye guherîna rejimê çêbike û xwe bigihe nav ewlehiyê, di hilbijartineke îhtîmal a pêşwext de ji bo dengan bigire neteweperestî, şovenî û mezhebparêzî gur dike, dixwaze têkoşîna li Rojava bêbandor bike, û hesabê ketina Sûriyeyê dike. Di encama van pêşketina de pêvajoya aştiyê daye rawestandin û li welat derfetên aştiyê teng kirine."
Hate gotin ku li hemberî yên dixwazin şerê qirêj bikişînin nava welatê me, me Bloka Aştiyê çêkiriye û got ku hedefa vê blokê ew e ku li hemberî kesên ku dixwazin welat bikişînin nava şer derkevin, li nav welat û li Rojhilata Navîn aştiyê biparêzin.
Her wiha armanca blokê ew ku li nav welat girseyên aştîxwaz bixin nav tevgerê, li qada navneteweyî jî ligel însiyatîfên ji bo aştiyê çêbûne hevkarî bikin.
Li ser blokê û aştiyê endamên ku îmzeya xwe avêtine bin metnê axivîn.
Vane ji wan fikrên çend kesan:
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko:
Di rojeva hikumetê de hilbijartina pêşweşt û şer heye. Em li dibistan, bexçeyên zarokan, li mirovên ku tang û top dê bandorê li wan bikirin bifikirin. Ew xwîna ku dê bê rijandin, em li ser wê bifikirn. Em ne alîgirê şer, alîgerê rêveberiyên ku li Rojhilata Navîn ji aliyê gelan ve hatine sazkirin in. Li hemberî şerxwazan em dengê aştiyê bilind bikin.
Berdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu:
Daxwaza şer a Tirkyeyê ne cidî, rast, meşrû ye, ku dibêje sedem ew e ku li ser sînorê me talûke çêbûye. Berevajî vê li ser sînorê me, birayên gelê me yê vir sînorek bi ewle çêkirine. Wan li hemberî DAIŞ'ê şer kiriye û rêveberiyek azadîxwaz çêkiriye. Ne ku tehdîda ewlehiyê çêbûye, berevajî vê AKP'ê meşrûtiyeta xwe winda kiriye.
Dixwazin şer îthalê vir bikin. Li hemberî vê em li ser piyan in, ji bo ewlehiya gelan me ev însiyatîf ava kir.
Nûnerê Konferansa Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Ekrem Baran:
Di Peymana Medîneyê de dibêje hemû gel dê bi hev re bijîn. Li Rojavayê gelê me ji bo vê yekê şer dike.
Serokê ODP'ê Alper Taş:
Niha dixwazin koalîsyonê çêbikin, li hemberî vê koalîsyonê me "Koalîsyona Aştiyê" çêkir, koalîsyona ku çêbe gere vê bigire ber çavan.
Seroka EMEP'ê Selma Gurkan:
Ji bo karên nelirê, xizanî, betalî binpê bikin dixwazin bi cawê şer van bixumînin, emê nehêlin van binpê bikin û emê xwedî li aştiyê derên.


