Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş îro berî civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê ji bo çapemenî axivî. Vane gotinên Demirtaş:
- Piştî mutabakata Dolmabahçeyê, piştî xirakirina maseya çareseriyê şer dan dest pê kirin. Baweriya wan bi sindoqê nîn e, ger AKP ji sindoqê serketî derê vîna gel bi qîmet e ji bo wan. Emê vîna sedî 13'yî bi van nedin eciqandin. Emê wekî ku hilbijartin çênebûbe, AKP ji desthilatdariyê neketibe tevnegerin. Wekî ku hilbijartin çênebûbe, wekî ku bi tena serê xwe desthilatdar bin tevdigerin û meşrûbûna me didin nîqaşkirin.
- Di civîna MP'yê de jî emê çapa pêşî li şer bigerin biaxivin.
- AKP'ê çawa muzakere ji bo serketina xwe ya di hilbijartinê de bikar anî, piştî têk çû niha jî ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve bikar tîne.
- Rêxistina hov, tecawizkar DAIŞ ji bo hemû dinyayê tehdîd e lê ji bo AKP'ê ne tehdîd e. AKP'ê li hemberî DAIŞ'ê operasyon neda dest pê kirin. Negotin emê zarokên xwe feda bikin û DAIŞ'ê bidin rawestandin.
- Dema 31 zarokên me li Pirsûsê hatin qetilkirin Serokomar dest ji gera xwe ya derveyî welat berneda.hemû welatî ji bo sersaxî li wî geriya, lê wî li malbatek zarokek negeriya. Ji ber ku DAIŞ ji bo wan ne tehdîd e, dema lazim be dikarin serê wan tev bidin, DAIŞ ji bo wan rêxistina ku li Konsolosxaneya Misûlê bi hev re xweşik muzakere dikin.
Şaredarekî hebû!
- Ez dixwazim vê bi bîra Erdogan bixim: Şaredarekî hebû, ji ber ku helbestek xwendibû hatibû hepiskirin. Wî bi paş ve gav neavêt û bû Serokwezîr, Serokomar. Navê wî Recep Tayyip Erdogan bû. Ger te li hemberî ew zordariyên biçûk bi paş ve gav neavêtibe rêxistinek berxwedêr a wekî me li hemberî tehdîdên we dê qet bi paş ve gav neavêje.
- Em wekî MP, rêveberên bajêr û navçeyan, mal bi mal emê bigerin û emê bibêjin ev ne şerê me ye. Zarokên van naçin şer, zarokên wan bi pereyan leşkerî dikin. Ka ji van zarokê kî tabûta wî hatiye, xwedê biparêze.
- Em wekî feqîrên vî welatî emê vê baş vebêjin, emê bibêjin ji bo Qesrê em zarokên xwe nadin. Ne hewceye kesek ji AKP'ê bitirse. Çawa HDP'ê 7'ê pûşperê de pêşî li vê girt, îro jî HDP'ya gel heye.
Kengê dixwazin bila hilbijartinê çêbikin
- Her tiştî ji bo hilbijartinê dikin. Berî hilbijartinê jî wisa kirin, kampanyayê lînckirinê dan dest pê kirin. Ger hilbijartin hebe em ê natirsin, bixwazin bila niha, yan sermawezê de çêbikin.
Davutoglu te li van rojan nenêrî
- Di salên 90'î de şerê qirêj hat kirin ev gel vê dizane. Hê em bi wê re rû bi rû nebûne. Îşkence, şewitandina gundan, windakirin, îro heman tişt têne jiyîn.Birêz Davutoglu te pirtûkên stûr nivîsandin, teqet li wan rojan mêze nekir ka çi qewimî bû.
- Temam tu kesî nas nakî, Çansu Çiller li wir e, bang bike bila ji bo te qal bike. Tiştên ku îro tu dikî wê rojê wan kir. Duh li Agirî we 3 ciwan înfaz kirin, wan zêdetir kiribû. 6 roj in tu cenazeyên 13 ciwanan didî sekinandin. Ew lehengê ku li hemberî rêxistina tecawizkar DAIŞ'ê ku tu serê wan mist didî şer kiribûn bûn.
Li Ofîsa Burhan Kuzu dixebitin
- Li gor agahiyên ku me girtin li ofîsa taybet a parêzerî ya Burhan Kuzu amadehiyên girtina partiya me tê kirin. Armanc ew e me ji xezîneyê bêpar bihêlin. Dixwazin pêşî li mezinbûn, firehbûna partiyê bê girtin.
- Ev der welatek hiqûqî ba dê dozger bang bikira, çi karê we bi girtina partiyê re heye. Hûn dizanin dozgerê van ê berpirsiyar kî ye? Ev Şems heye, Şem (qala Ethem Sancak dike), xizmê wî ye. Dozger xizmê yê xwedî 'havuz medyasi' ye; dadgerî di destê wan de ye, çapemenî di destê wah de ye kengê bixwazin şer, bixwazin aştiyê tînin ziman. Gere em vê bidin rawestandin.
- Bi hemû Saziyên Sivîl re, bi kesên zarokên wan li leşkeriyê ne re em bên ba hev. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Werin em vê AKP'ê bidin rawestandin, vîna aştiyê xurt bikin. Ne zêde 3-5 roj paşê hûnê bibînin ku rewş dê biguhere.
Daxuyaniya Remzi Kartal
- Daxuyaniya Remzi Kartal heye, dibêje 'Em amade ne dest ji têtikê bikişînin'. Li ser banga me em vê daxuyaniyê wekî daxuyaniyek fermî dibînin. Wekî serokwezîr, generalên bi apolet nabêjin 'heta terorîstê dawî jî bimîne dê operasyon bidome.'
- Haya me jê heye îro 'Akil İnsan'* hatine hatine cem hev. Gavek girîng e, di dema pêvajoyê de barek girîng girtin ser milên xwe. Di dema ku pêvajoya aştiyê xira bûye de ketina nav tevgerê gelek girîng e.
*Nûçeya eleqedar:
- 'Mirovên Akil' bang kirin: Di cih de bila şer raweste