Diyarname
Malpera "pirtukakurdî" bi ser înternetê re pirtûkên bi tirkî û kurdî yên li ser kurdan difroşe. Malper ku dem bi demm lîsteya pirtûkên zêde têne firotin eşkere dike, niha encama mehên gulan, pûşper û tîrmehê weşand.
Li gor agahiyên malperê herî zêde ji bajarên Stenbol, Mêrdîn, Wan, Enqere, Amed, Şirnex, Mûş, Bedlîs, Batman û Îzmîrê herî zêde ji wan pirtûk xwestine û kirîne. Her wiha li gor pirtûkên ku herî zêde hatine firotin (bi giştî, hem tirkî, hem kurdî)jî ev encam derketiye holê:
1- Şivarê Kurmanca / Erebê Şemo
2- Bir savaşın anatomisi / Murat Karayilan
3- Abdullah Ocalan / Derleme Seti
4- Abdullah Ocalan ve Gerilla Anilari Seti (2 cild)
5- Kürt Tarihi ve Cografyasi Rojava / Kadri Yildirim
6- Kürtçe Dilbilgisi Temel Aliştirma ve Metinlerle / Kadri Yildirim
7- Zanista Edebiyata Modern / Remezan Alan
8- Edebiyata Kurdî ya Gelêrî / Ramazan Pertev
9- Ferheng / Zana Farqînî
10- Janyan / Rênas Jiyan
Ji lîsteyê em fêm dikin ku yên ku pirtûk xwestine piranî fikreke wan a siyasî heye, her wiha li gor 10 pirtûkên herî zêde hatine firotin de giranî dîsa di destê pirtûkên bi tirkî de ne.
Lê di heman demê de lîsteya tenê pirtûkên bi kurdî jî hatiye amade kirin û di vê lîsteyê de ji rêz bi vî rengî çêbûye:
1- Şivanê Kurmanca /Erebê Şemo
2- Zanista Edebiyata Modern / Remezan Alan
3- Edebiyata Kurdî ya Gelêrî / Ramazan Pertev
4- Ferheng / Zana Farqînî
5- Janya / Rênas Jiyan
6- Jiyana Bextewar / Erebê Şemo
7- 99 Morîkên Belavbûyî / Helîm Yûsiv
8- Mîrname / Jan Dost
9- HAWAR / Çapa Nûdem
10- Selpakfiroş / Kawa Nemir
Ji bo kirîna pirtûkan navnîşan ev e:
http://www.pirtukakurdi.com/