Cemil Oguz
43'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî a Stenbolê didome. Di van 3 rojan dawî hin fîlmên derdikevin pêş, emê pêşniyar bikin.
Festîvala ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê organîzekirin roja yekşemê bi dawî dibe. Êvara yekşemê fîlmên di pêşbaziyan de bi ser ketine dê bêne xelatkirin. Va ne çend pêşniyarên me ji bo van rojan:
'HIT MAN'
Ji bo roja 26'ê mehê, yanê îro, fîlmê derhêner Dichard Linklater "Hit Man" heye. Karakterekî kujer ku bi pereyan ji bo mişteriyên xwe mirovan qaşo wê bikuje heye. Lê bûyer bi awayê din diqewimin. Fîlmekî komîk û xweşik e.
'KRALÊ CEZAYÎRÊ'
Fîlmê "Kralê Cezayîrê" li kuçeyên Cezayîrê yên ku kes newêre bikeve kê hatiye kişandin. Tilyakfiroşî, dizî, çete, evîn û tiştên din; Bi zimanekî herikbar û xweşik tîne ziman.
'KURTEYÊN NETEWEYÎ 1'
Di beşa "Kurteyên Neteweyî 1" de îro 5 kurtefîlm têne nîşandayîn. Di nav van de "Eksî Bîr" heye ku bi kurdî û tirkî ye.
'ANSELM'
Ji bo kesên ji belgefîlman hez dikin belgefîlmê derhênerê navdar Wim Werders heye. Wenders di vî belgefîlmê bi navê "Anselm" de Çîroka wênesazê alman Anselm Keifer tîne pêş temaşevanan.
Ji bo roja 27'ê mehê:
'ANÎTA'
Anîta kurtefîlmê Behzad Nalbendî ye ku çîroka koçberên kurd ên ji Rojhilat tîne ziman.
'DARGEÇÎT'
Belgefîlmê Berke Baş ê bi navê "Dargeçit" berê temaşevanan dide binçavkirin û windakirina kurdên li Kerboranê yên salên 90'î; Belgefîlm dikeve dû doza wan.
'KEÇIKA FÎLMBÊJ'
Fîlmê derhêner Lone Scherfig "Film Anlaticisi Kiz" (Keçika Fîlmbêj) temaşevanan dibe Şîliyê, navçeyeke madenê. Li nav Çola Atacamayê tenê sînemayeke heye û kesên pereyên wan hene dikarin herin sînemayê. Keçika biçûk diçe li fîlm temaşe dike û tê ji bo yên pereyên wan tune ne vedibêje. Û paşê meseleya karkeran, tirajediya malbatê xwe nîşan dide.
Ji bo 28'ê mehê
28'ê mehê roja dawî ya festîvalê ye. Yên bixwazin "Keçika Fîlmbêj" vê rojê jî tê nîşandayin. "Cezayîr Krali" jî û belgefîlmê "Dargeçit" jî.
'SEVEN VEILS'
Ji bilî van, fîlmê "Seven Veils" heye ku derdikeve pêş. Derhêner Atom Egoyan di vî fîlmî de berê kamerayê dide derhênera şanoyê Jeanine ku biryar daye dê operaya Salome ji nû ve derxe ser dikê. Bi ser vê re kîteyên ku ne li bendê ne dê xwe nîşan bidin.
Ev û gelek fîlmên din li van sê rojên dawî wê li pêş temaşevanan bin. Yên bixwazin bi ser malpera festîvalê re li wan binêrin û bineqînin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Nêzî 150 fîlmî li benda temaşevanên xwe ne
- 'Aşît', 'Anîta' û belgefîlmên din
- Festîval dîsa hat: Fîlmên festîvalê hatin eşkere kirin
- Berlînale ra fîlmê xelatî girotê yenê Stenbol
- Jurî Pêşbazî ay Neteweyî eşkera bî
- Juriya Xelata Seyfî Teoman diyar bû
- Jurî Pêşbazî Belgefîlman hamî eşkerakerdin
- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû
- Festîvala Fîlman li benda berhemên we ye