logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû

  • Dîrok: 03/05/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Qamişlo
Hefteya Wêjeyê ya ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve roja 27'ê avrêlê hatibû destpêkirin bi belavkirina encamnameyê bi dawî bû. 
Di encanmayekê de pêşniyarên der barê 3 mijarên ku di nava hefteyê de hatibûn gotûbêjkirin de hatin pêşkêşkirin. Sê mijarên ku hatin pêşniyarkirin ev in:
Mijara yekem: Pirsgirêkên Danênan û Weşanê, du rojan hate gotûbêjkirin. Roja yekem: semînara derbarê "Nivîs Û Weşan: Aso Û Derfet Li Gel Zehmetî Û Kêşeyan" û ya duyem: panela bi navê "Pirsa danênan û weşanê".
Di simînarê de li ser kêşe û pirsgirêkên li pêşberî nivîskaran hate rawestandin, ji qonaxa nivîsandinê heta çapkirin û weşangeriyê. Paşê di roja duyemîn de gotûbêj û danûstandin li ser tevgera nivîskariyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêşeyên li pêşiya weşanxaneyan û pîvanên weşangeriyê, hatin kirin.

PÊWISTIYÊN NIFŞÊ NÛ
Beşdaran pêşniyarên xwe kirin. Ji van hin bi vî rengî bûn:
- Pêwîst e komxebatên taybet, yan jî akademiyên biçûk, ji bo hînkirin û perwerdekirina nifşê ciwan li ser prensîbên hunera nivîskî û afirîner bêne lidarxistin, û piştî derbaskirina çend astên ezmûnî û perwerdehiyê, di bin çavdêriya kesên pispor de bawername ji wan re bê dayin.
- Xebat were kirin ji bo piştgiriya çapkirin û weşana pirtûkên zimannasî yan jî ferhengan bi zimanê kurdî, ji ber ku pêwîstiya nifşê ciwan bi wan heye.
- Xebatên çapkirinê baştir bêne şopandin da asta çapê ya teşe û naverokê were pêşxistin.
Mijara duyem: Li ser mijara wêjeya zarokan bû, ku ew jî du rojan, pêk hat. Der barê mjarê de semînara bi sernavê "wêjeya Zarokan/dansîn û dîrok, Taybetmendî û naverok" û panela bi ser navê "Wêjeya Zarokan, Pirsgirêk û pêşniyar" hatin lidar xistin. 
Di semînarê de pênaseya wêjeya zarokan, dîroka wê û pêvajoyên pêşketina wê ya hate şîrovekirin, her wiha amûr, mijar û taybetiyên wê yên di her serdemê de hate botûbêjkirin. Semînarê bal kişand ser wêje û metnên nivîskî yên ku li gorî komên temenî yên taybetî ji zarokan re têne nivîsîn.

MIJARÊN ZAROKAN

Mijara Wêjeya Zarokan bi penelê jî hate gotûbêjkirin, di panelê de kêşeyên giştî yên li ser wêjeya zarokan bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destnîşankirin, bi giştî  bal hate kişandin li ser nebûna stratejiyekê ji aliyê saziyên pêwendîdar, û nebûna piştgiriyê ji bo proje û destpêşxeriyên taybet. Her wiha mijarên girêdayî pirsgirêk û mekanîzmayên gihîştina zarokan jî hatin nirxandin. Herwiha mijarên teknîkên nivîsîn û amadekirina babetên wêjeyî yên ku ji bo zarokan hatine amadekirin, weke naverok, reng û wêneyên li gorî komên temenî yên zarokan.

Pêşniyarên ku hêla beşdaran ve hatine pêşniyarkirin:
Guhdana wêjeya zarokan di pirtûkên  dibistanê de, ne tenê mijarê wêjeyê bêne amadekirin her wiha guh bidin mijarên zanistî yên hemû beşên zanistê. Ji bo wêjeya zarokan stratejiyên demdirêj werin pêşxistin. Derxistina kovarên pêbawer ên ku dikarin kesayetiya zarokê bi hêz bikin. Avakirina pirtûkxaneyan ji bo zarokan. Ji bo zarokan stranên vîdyoyê çêdikin.

Mijara sêyem: Di mijara sêyem de jî, ku di rojên pêncem û şeşan de bû, li ser mijarên rexnegiriya hate gotêjkirin. Semînarek bi sernavê: Nebûna rexneyê û bandora wê li ser jiyana çandî û wêjeyî hate pêşkêşkirin. Di semînarê de çend mijar hatin parvekirin, ji wan: rexneya wêjeyî, erk û mîsyona wê/ girîngiya rexne û rexnegirê wêjeyî, taybetmendî û rola wê, egerên sereke ku bûn sedema nebûna pratîka rexneyî ya bi bandor û encamên ku ji nebûna rexneyê derketine.

Di roja dawî de li ser rexneya wêjeyî gotûbêjeke berferh hat kirin. Mijarên ku mêvan û beşdarên panelên anîn ziman jî ev bûn: Valahiya ku di navbera nivîskar û rexnegir de / nebûna rexneya pispor di beşên şano û romanê de, kêmbûna lêkolînên rexneyî bi giştî, têkiliya nebaş a di navbera rexnegir û rexnegêr de / qelsiya çanda hev pejirandinê. Nêrîn û nêrîna me ya neyînî li ser pêvajoya rexneyê bi giştî / blokên edebî û pesnên rexneyî/pêdiviya bi dibistaneke rexneyê heye li gotî rastiya nasname û kêşeyên me.

Pêşniyarên ku ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin jî ev bûn:

- Piştgirîkirina rexnegiran bi rêya saziyek an projeyekê, da ku ji bo rexneya wêjeyî bingeh bê avakirin

- Saziyên çandî û ragihandinê bi fermî xwedî li tevgera rexneya wêjeyî derkevin, û dayîna cihekî guncaw ji bo rexneya wêjeyî di dezgehên ragihandinê de.

- Têvedan û piştgiriya çalakiyên xwendina rexneyî yên ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve têne lidarxistin, û piştgirya hemê hewildanên rexneyî ji bo pêşdebirina xebata rexneyî.

Ji ANHA'yê hatiye girtin

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Koma Zimanperwer civîna xwe pêk anî

ad

Li ser obezîteyê pêşbaziya kurtefîlman

ad

Bernameya Festîvala Mûnzûrê eşkere bû

ad

Bilêtên Festîvala Şanoyê derketin bazarê

ad

Muxalîfên FARC’ê heta 2’yê mehê şerawestin ragihandin

ad

Li Amûdê saloneke sînemaye tê çêkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname