Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê sala bê dê 43’yemîn car li dar bikeve. Ji bo festîvalê niha dema serîlêdanê ye.
Festîvala Fîlman a Stenbolê di sala 1982’yan de ji aliye ÎKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve hate dest pê kirin. Ji wê rojê de festîval her sal li dar dikeve. Festîval sala bê di navbera 17-28’ê avrêlê de 43’yemîn car li dar dikeve. Festîvalê niha dema serîlêdanê eşkere kir. Yên bixwazin heta 19’ê rêbendana 2024’an dikarin berhemên xwe bigihînin ber destên amadekeran.
Di beşa Sînemaya Tirkiyeyê de fîlmên metrajdirêj hene ku ew di Pêşbaziya Neteweyî de têne peşkeş kirin. Dîsa di bin vê beşe de beşên Pêşbaziya Belgefîlman û Kurtefîlman jî hene.
Di nav endamên lijneya şêwrê ya Sînemaya Tirkiyeyê ya Festîvala Stenbolê de nivîskarên sînemeyê Engin Ertan, Kaan Karsan, Nil Kural û Esin Kuçuktepepinar hene. Di nav Lijneya Şêwrê ya Kurtefîlman a Nateweyî de Serdar Kokçeoglu, Ahmet Togaç û Nukhet Taneri hene.
Fîlmên bêne şandin ji bo fîlmên metrajdirêj divê bi ser 60 deqîqeyî, belgefîlm bi ser 30 deqîqeyî re bin û kurtefîlmên divê ji 20 deqîqeyî kintir bin.
Yên biwazin dikarin bi ser film.iksv.org re serîlêdana xwe bikin.