Diyarname
MHP'ê berendamên xwe yên şaredariyên bajarên kurdan ên wekî Şirnex, Sêrt, Batman û Erzeromê diyar kir.
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) berendamên xwe yên şaredariyan ên 6 bajaran eşkere kir ku di nav de bajarên kurdan ên wekî Şirnex, Sêrt û Batman jî hene.
Li gor vê berendamê şaredariyê yê MHP'ê yê Batmanê Muhammed Ozkan, yê Şirnexê Mahmut Turan û yê Sêrtê Aykut Arslan e. Her wiha berendamê MHP'ê yê Erzeromê jî Kamil Aydin e.


