Diyarname
DTP'ê biryar girt ku xebata hilbijartinê bi du zimanan bike û civînên xwe yên li meclisê jî bi wî awayî.
Hevseroka DTP'ê Emine Ayna da zanîn ku ew niha nîqaş dikin ku civînên xwe yên li meclisê bi kurdî çêbikin.
DTP'ê biryar girt ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi du zimanan, bi kurdî û tirkî bikin. Digel qedexeya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) jî DTP ji afîşan heta axaftinan. heta propaganda û anonsan bi kurdî û tirkî bi du zimanan çêbike.
Hevseroka DTP'ê Emine Ayna li ser vê yekê da zanîn ku bi taybetî li herêmê dê vê yekê bikin û wisa bendewam kir: "Em dizanin di Qagona Partiyên Siyasî de propagandaya ji bilî bi tirkî qedexe ye. Lê em difikirin ku ev tişteke şaş e, ziman mafeke mexrû ye. Ji ber vê yekê digel van qedexeyan jî emê kurdî jî bikar bînin."
Her wiha Ayna da zanîn ku ew nîqaş dikin ku carinan civînên xwe yên bi komê yên li meclisê bi kurdî bikin û wiha berdewam kir: "Divê tu astengî li pêş kurdî nîn be. Piştî ku TRT 6'ê bi kurdî dest bi weşanê kir em qebûl nakin ku hê jî qedexe li ser kurdî hebe. Ji ber vê yekê emê li her warê, her qadê bi kurdî xebata xwe bikin."
Ayna xwest ku kurdî bikeve bin ewlehiya Zagona Bingehîn û ji bo vê yekê jî her gav pirsiyarnameyan didin meclisê, lê AKP di yek ziman û yek miletê de israr dike. Ayna li ser AKP'ê û kurdiya wan jî wisa got: "Di hilbijartina borî de Wezîrê AKP'yê Mehdî Eker çûbû li gundan bi kurdî xeber dabû û bi kurdî reya wan xwestibû. Lê hiştî hilbijartinê kesek bi Eker re kurdî xeber da û xwest bi kurdî bersiva wî bê dayîn lê Eker uzra wî bir. Ev yek tenê jî dirûtiya AKP'ê nîşan dide. Ji bo kurdî tenê tê wê wateyê ku reya kesên bi tirkî nizanin bigirin. Ji bo wan zimanekî wekî kurdî nîn e."
Li ser hejmara bidestxistina şaredariyan jî Ayna diyar kir ku ew dê ji 100'î zêdetir şaredariyan bi dest bixin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


