Amed
Helbestvan Berken Bereh di panela “Serboriya Qonaxên Helbesta Kurdî” de ku li navçeya Amedê Bismîlê li Pirtûkxaneya El-Cezerî pêk hat, axivî û got fikra milletbûnê bi Ehmedê Xanî dest pê kiriye û her wiha mirov dikare bêje ku pirtûka wî ya “Nûbihara Zarokan” yekemîn berhema pedagojîk a zarokan e.
Li Bismilê wêjehezên kurdî di çarçoveya “Rojbihêrkên Wêjeyê” de helbestvanê kurd Berken Bereh vexwendin panelê.
Li pirtûkxaneya El-Cezerî du hefteyê carekê nivîskareke/î kurd dikin mêvanê xwe û li ser wêjeya kurdî radiwestin. Mebest ji van çalakiyan di civakê de hayjêhebûn û geşedana wêje û zimanê kurdî ye. Mêvanê çalakiya vê hefteyê helbestvan Bereh hat lidarxistin. Bereh, li ser serboriya helbesta kurdî û di helbestê de bîra neteweyî rawestiya û got, “Dema em li dîroka xwe vedigerin, em dibînin ku helbesta kurdî ji helbesta îngilîz, alman, faris û ereban ne qelstir û lawaztir e.” Bereh, ji Berî Zayînê heta roja îro di sê qonaxan de li ser serboriya helbesta kurdi û di helbesta kurdî de bîra neteweyî rawestiya.
‘Helbestvanên jin ji yê mêr bêhtir bûn’
Bereh di qonaxa yekem a berî Îslamê de, li ser helbesta Yaresanî ya bi zaravayên lorî û hewramî hatiye nivîsandin rawestiya û diyar kir ku di vê qonaxê de helbesta kurdî bi piranî ji aliyê jinan ve hatiye afirandin û got, “Tiştekî balkêş e, berî 1500 salan, 1600 salan jinên kurd di afirandin û nivîsandina helbesta kurdî de ji mêran bêtir bûn. Ev bi rastî jî tiştekî pir balkêş e. Sedema vê yekê dîn e. Ji ber ku di dînê yaresaniyan de rîtuelên çi olî, çi edebî û çi çandî de jin her li pêş bûne. Tu tixûb û sînor di navbera jin û mêran de tune bû. Niha jî ev şopên yaresaniyan li hin deverên Kurdistanê xwe didin der.”
‘Ya Melayê Cizîrî di heman demê de îsyanek bû’
Di qonaxa duyem a ji dema mîrekiya heta sedsala 19’min de, Bereh ji Baba Tahir Uryan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî heta Hecî Qadirê Koyî serboriya helbesta kurdî li gor şert û şirûtên sedsalan vegot. Diyar kir ku di vê qonaxê de alaya işqê ya ku Cizîrî ji Baba Tahir girt, bi serbilindî li ba kir û got, “Cizîrî dibêje ‘Ger lû’lê mensûr ji nezmê tu dixwazî/Wer şi’ra Mela bîn te bi Şîrazî çi hacet’ eger tu li wê têgeha işqê dinihêrî yê ku ew işq ji nû ve pênase kiriye, nasnameyek jê re dîtiye ez im. Şîrazî ew kesê ecem e ku ne hewceyî tu herî xwe pê ve bigirî. Eger tu dixwazî were xwe li min bigire. Ev îsyanek e di heman demê de. Xwedîlêderketina li nasnameyekê ye. Em dibînin ku fikr û hizra netewebûnê hêdî hêdî eşkere dibe.”
‘Li dinyayê fikr û hizra milletbûnê bi Xanî dest pê kiriye’
Di vê qonaxê de Bereh da zanîn ku Ehmedê Xanî yek ji wan helbestkar û zanyaran e ku li dinyayê yekem car hizr û fikra miletbûnê pê dest pê kiriye û wiha peyivî, “Ez îdîa dikim ku li dinyayê fikra miletbûnê bi Xanî dest pê kiriye. Lê dîroka ku li me ferz dikin, dibêjin bi ronesansê, bi Şoreşa Frensî, 1789’an, bi Jean-Jacqqûes Roûsseaû (1712-1778) dest pê kiriye. Lê em dibînin ku Xanî di 1660’î de dema Mem û Zînê dinivisîne, di wir de fikr û hizra miletbûnê destnîşan dike.” Her wiha Bereh dest nîşan kir ku li cîhanê yekem berhema pedagojîk a ji bo zarokan jî ji aliyê Xanî ve hatiye nivîsandin û wiha got, “Ez dîsa bala we dikêşim yekem berhema perwerdehiyê ya ji bo zarokan tê îdiakirin ku ‘Emîle’ ye ya ji aliyê J.J. Roûsseaû hatiye nivîsandin. Na. Ew pirtûk piştî Xanî bi 150’î salî hatiye nivîsandin û pirtûk ne ji bo zarokan ji bo dê û bavê zarokan e. Lê ‘Nûbihara Biçûkan’ a Xanî rasterast ji bo zarokan e.”
‘Cegerxwîn ferhenga helbesta kurdî guhert’
Bereh di qonaxa helbesta kurdî ya sêyemîn de ji Cegerxwîn heta ya roja îro vegot. Diyar kir ku Cegerxwîn helbesta kurdî ya di qesr û koşkan de asê mayî ji erş anî ferş û wiha got: “Cegerxwîn kiras û ferhenga helbesta kurdî guhert. Ew helbesta di bin tesîra Îslamiyetê de bi peyvên erebî û wezna erûzê dagirtî û li medreseyan ji bo beg û mîrekiya dihat nivîsandin, rûxand. Bi form, şêwaz û dengekî din helbest ji nû ve nivîsand. Helbesta bi fikra neteweyî ya ku bi Ehmedê Xanî dest pê kir û hat Hecî Qadirê Koyî û ji Koyî xwe gihand Cegerxwîn êdî bû şûrê berxwedanê. Cegerxwîn nabêje ez belengaz im û nizanim çi me. Rasterast dawe û doza li cengê û şer dike. Dibêje, ‘Ka Kurdistana min ka?....Ez ê herim şer ez ê herim ceng, dayê tu megrî.’ Yanî helbest di destê Cegerxwîn de dibe çek.”
‘Helbesta kurdî ji yên din ne qelstir û lawaztir e’
Bereh diyar kir ku divê ew wekî kurd li dîroka xwe vegerin, ew kî ne, bav û kalê wan çi kirine û dinya çawa şîrove kirine û got: “Ger em bi vê hişmendiyê li helbesta kurdî binihêrin, helbesta kurdî di qada cîhanê de xwe dispêre sedan salan. Ji helbesta îngîlîz, alman, faris û ereban ne qelstir û lawaztir e. Gelek kes helbesta kurdî dibin Berî Zayînê bi 300 salan.”
Çalakî bi helbestxwendin, pirsan û destnîşankirina pirtûkan bi dawî bû.
DÎHA
***
HIN NÛÇE...
- Mirovê ku gelek kesî ji peyvên wî sûde wergirt: D. Îzolî
- ‘Kerî’ bi awayê nûkirî tê nîşandayîn
- Romeke nû ‘Stêrkek Xuricî Ferêt’ derket
- Parêzer: Bila malbat ji bo betalkirina 'îstîmlaqkirinê' dozê vekin


