Diyarname
Ji bo Kûpaya Tirkyeyê ya Ziraarê du maç hebûn. Ji van Amed Spor ligel Keçîorengucu hat hemberî hev û bi ser ket. Dêrsim Sporê jî êvarê ligel Galatasaray dê bilîze.
Amed Spor li mala xwe li Stada Şilbe ligel Keçiorengucu lîst. Her du tîm di Lîga 2'yemîn Koma Spî de dilîzin, Keçîorengucu di rêza yekemîn, Amed Spor di rêza 4'emîn de ye. Maça lîgê di navbera her du tîman de dawiya hefteyê hatibû lîstin û Amed Spor bi 2-0 bi ser ketibû. Maça îro ji wê girîngtir bû û Amed Spor dîsa bi ser ket.
Maç li Stada Amed Sporê ya li Şilbeyê hat lîstin. Di deqîqeya 32'yan de Tekîn Adar, deqîqeya 42'yan de Mansur Çalar gol avêt û nîveka yekemîn bi 2-0 bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Keçîorengucu di deqîqeya 52'yan de bi Hasan Ustubucu bersiv da lê têra wê nekir. Amed Spor bi serketina 2-1 reqîbê xwe têk bir û derbasî koman bû. Amed Spor piştî pêpar û par îsal jî ji bo ketina nav Maçên Koman serketin bi dest xist û kevneşopî xira nekir.
Li Tirkiyeyê di Kûpaya Ziraatê ya TirkiyeYê de mayîna ji bo Maçên Koman ji bo her tîmî serketin e. Amed Sporê jî niha ev serketin bi dest xist. Tîm bi vê gavê hem parek pereyên vê serketinê bi dest dixin, hem dikevin nav rojeva Tirkiyeyê.
Ji tîmên kurdan ên din Dêrsim Spor jî îro li Stenbolê li Stada Arenayê ligel Galatasaray dilîze. Maç saet 21'ê de tê lîstin.
Ji maçên îro Elazig ligel Ofsphorê, Entab ligel Duzyurt sporê dilîze. 24 Erzîncan û Yenî Malatya jî li Erzîncanê têne hemberî hev.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Amed spor 2 caran bi Keçîorengucu re dilîze!


