logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

PANAZ*

Hin mirov hene wekî panazan in, di binyada xwe de bi qasî tenekeyekê jî bi kêrî tiştekî nayên lê xwe wekî mucewherên bîs

  • Dîrok: 06/08/2009
  • Beş: Serbest
Ferhad Girêşêran

Hin mirov hene wekî panazan in, di binyada xwe de bi qasî tenekeyekê jî bi kêrî tiştekî nayên lê xwe wekî mucewherên bîst û çar eyar nîşan didin. Em her roj gelekan ji wan dibînin. Bi wan re dipeyivin. Car caran bi wan re dikenin, gelek caran qedr û qîmetê jî didin wan.
Belê ew xwe wekî bîst û çar eyar nîşan didin. Xwe boyax dikin, cil û bergên buha li xwe dikin, peyvên balkêş dicûn û ji jor de li mirovan dinêrin. Em di serdemeke wiha de dijîn ku her tişt dikare bê manîpule kirin. Tiştek dikare wekî dijberê xwe bê nîşan dayîn.  Derew dikarin wekî rastî bêne qebûl kirin. Mirovên panaz jî xwe bi vî awayî wekî bîst û çar eyar nîşan didin. Tu qet pê hayil nabî bê ka ew di çi eyarî de ne. Xwedî qalib in. Xwedî ezber in. Elimandî ne û li elimandinên xwe xwedî derdikevin. Ji wan re guherîn beramberî mirinê ye ji ber ku kêmhiş in, bêhiş in û ji elimandina tiştên nû heznakin dixwazin her tişt wekî xwe bimîne. Kenê wan yê derewîn heye ku nîşanî her kesî didin, pêwîst be nepêwîst be diranê xwe yê morî mircan rê her kesî didin. Peyvê wan tu car nayê guhertin, ji bo her şert û mercan derbasbar in. Bi her kesî re xweş dikin. Bi derewan be jî xwe bi her kesî şêrîn dikin. Ji derewan hez dikin. Ji paşgotiniyan hez dikin. Hema her qala xwe dikin. Naxwazin mijar ji bilî wan tiştek dinê be. Bi ser xwe de dîn dibin. Tu dibê qey Xwedê wan di ava zêr de dakiriye û mirovên din jî di ava sîrkê de dakiriye. Sivik in û zû bi ser avê dikevin. Ji hevaltî û dostayiyê qet ne haydar in, ji bo wan ne hevaltî û dostayî lê menfaet girîng e. Lewra tu têkiliyê wan yê saxlem tune ye.
Wexta ku mirov pif qalikê wan dike û ew bi xwe dimînin, mirov  têdigihêje ku eyarê wan sifir e. Belê ew ji xwe pir hez dikin. Heta ji xwe pê ve ji kesek din heznakin. Li nav me ne. Bi hezaran belkî bi mîlyonan in. Erê ew bi qalik in. Dema ku hûn qalikê wan biqeşêrin hûnê bibînin ku di bin qalik de tu tişt tune ye, lewra her xwe bi qalikê xwe digrin û naxwazin tu car xwe biguherînin. Erê her mirov hebek ji xwe hez dike, tiştek asayî ye ku mirov hebek ji xwe hez bike, lê ma gengez e ku mirov hew ji xwe hez bike? Di nav vê gerdûna deng a dirêj de tenê ji xwe hez bike? Xwe têxe navenda her tiştî, dinyê li dora xwe bizîvirîne ne bes gerdûna bike hêsîrê xwe?
Di nav civakê de jî gelek caran ji mûcewherên xas bêtir têne hezkirin. Kes li hundirê wan nanêre. Tenê li dervê wan dinêrin û diwarqilin. Heta ku li xwe û li mirovên panaz hayil dibin êdî gelek dereng e. Wext derbas bûye û wan rehên xwe bera her derê dane. Li her derê ne, bi taybet jî li cihên bilind in, ji ber ku mucewher giran in, li xwe danaynin ku bi panazan re têkevin pêşbirkan panaz her li pêş in.
Li dora xwe binêrin, li xwe binêrin, hebek bifikirin hûnê fahm bikin bê ka ez çi dibêjim. Belê ne dawiyê hema niha!

*Mucewherên sixte.

gireseran@gmail.com


**

Nivîsên Ferhad Girêşêran ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

Parve Bike

Youtube Me

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Ji bo Roja Ziman li ku çi çalakî hene? Va ye lîste

ad

Weqfa Tahir Elçî vedibe

ad

"Conî û Cimêma" ji Hêlînê derket

ad

'Bila Midûriyeta Emniyetê bi Baydemîr ve bê girêdan'

ad

Em bi "Nesrîn"ê Kenan Şêxo bibîr tînin

ad

Dawiya vê hefteyê hin çalakî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname