logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Nûbiharê tam 25 sal li dû xwe hiştin

  • Dîrok: 04/03/2017
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Nûbihar ku di adara 1992'yan de dest bi weşana xwe tam 25 sal li dû xwe hiştin. Pêşî weşanxane, piştî heft mehan, yanê heman salê kovarê jî dest bi weşanê kir. Kovara ku sê mehan carek derdikeve niha bi hejmara xwe ya 138'an (hejmara zivistan 2017), di 25 saliya xwe de li hemberî xwendevanên xwe ye. Weşanxane jî di 25 salî de bi sedan pirtûkan di nav arşîva kurdî de cih girtiye.

Nûbihar 25 sal berê li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe bi gelek weşanên din re dest bi weşanê kir. Heta niha kovarê cihek taybet girt di nav kovargeriya kurdî de, weşanxaneyê jî bi sedan pirtûkên bi kurdî ragihandin xwendevanên kurdî û cihek taybet girt di nav pirtûkxaneya kurdî de. Pirtûkên wêjeyê, yên li ser dîrok û ziman, yên li ser  folk, nirxandin di gelek waran de pirtûk gihandin ber destên xwendevanan.Niha hem kovarê hem weşanxaneyê arşîvek xurt saz kiriye.

Kovara Nûbiharê di vê 25 saliya xwe de hejmara xwe ya nû bi gelek nivîsên cuda ragihand xwendevanan. Bi lêkolîn, hîkaye, folklor, ceribandin, biyografî, hevpeyvîn û bi helbestên xwe naveroka jimara dawîn ya Nûbiharê hatiye dagirtin.

Di nivîsa edîtor de edîtorê kovarê Suleyman Çevîk wisa qala serdema derketina kovar û weşanxaneya Nûbiharê hatiye kirin: "Zimanê te bi salan li te heram bûye, mekteb û xwendin tune bûye, sîstema dewletê bi ruh û şexsiyeta te jî lîstiye, lêbelê dîsa tu li ser piya mayî û bi zimanekî “tuneyî” te roman, çîrok û helbest nivîsîne.

Li Tirkiyê kar û xebatên li ser kurdan di her dewrê de zehmet in.

Hetanî sala 1991'ê derxistina kovar û kitêbên kurdî qanûnen qedexe bû. Li pey rabûna vê qedexeyê bi gelek weşanên din re Nûbiharê jî dest bi weşanê kir."

Çevîk qala zehmetiyên niha kurd têre derbas dibin kiriye û wisa nivîs temam kiriye: "Ji aliyekî ve, ji her tebeqeyê însan hêvîşikestî ne û ji her tiştî sar bûne, li aliyê din jî ev însanên weşanên kurdî dişopandin çavtirsiyayî bûne û ketine endîşeya pêşeroja xwe…

Piştî qedana pêvajoya çareseriyê îro rewşa weşangeriya kurdî wiha ye… Lê em dizanin û hêvîdar in ku ev tişteke demî ye û wiha naçe. Di salên destpêka Nûbiharê de, di gelek rewşên xirab de jî me tu carî hêviya xwe wenda nekiriye û bi xêra vê hêviyê em gihîştine sala 25'an.

Jixwe em dizanin, li pey her zivistanekê biharek, li pey her şevekê jî ronahiyek heye…"

Di kovarê de Celilê Celîl li ser "Apê Ego û Serpêhatiya Nivîsîna Poêma “Têlî Hemze”" nivîsa xwe pêşkêş kiriye;  Berken Bereh jî bi sernavê  "Ya işqê kirî kavil" keda xwe xistiye nava kovarê.  Adburrahman Adak li ser "Poetîkaya Helbestên Mela Ehmedê Zinarexî", Mehmet Gultekîn jî "Berhevoka destnivîsên kurdî ya Prof. Martin Hartmann" nivîsiye.

Rohat Alakom ku bi lêkolînên xwe nivîs û portreyên balkêş pêşkêş dike di vê hejmarê de "Du Eyûb Paşayên cihê: Eyûb Paşayê Kaskî û Eyûb Paşayê Zîlanî" derxistine ber ronahiyê. Her wiha gelek nivîsên din di nav kovarê de cih girtine.

Ji bo têkilî û xwestinê:

Tel (0212) 519 00 09

E-Mail: nubihar@gmail.com

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Beşa online ya Documentaristê dest pê kir

ad

Pêşniyara du belgefîlmên ku lehengên wan jin in

ad

Li ser navê jinên afgan xelatê didin Sahra Karimi

ad

Seher Dilovan berê xwe da kurdî

ad

Bolt jî got "Sê sê..."

ad

Kabîneya wezîran guherî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname