Diyarname
Weqfa Hrant Dînk a Navneteweyî pêşbaziya fîlman a bi mijara "Wijdan" da dest pê kirin. Heta 30'yê sermawezê her kes dikare beşdar bike.
Pêşbazî bi nêzîktêdayîna "Dengê xweşbîniyê, dengê wijdanê li bêdengiyê hat mehkûmkirin, niha ew wijdan li rêyeke digere" hatiye dest pê kirin. Her kesê profesyonel an amator ji ser înternetê re dê bikaribe fîlmê xwe bişîne ji pêşbaziyê re.
Fîlmê divê herî kurt pênc deqîqe bin û yên bixwazin dê fîlmê xwe li malpera www.vicdanfilmleri.org bikin.
Ji ser înternetê re dê li fîlman bêne temaşekirin û dengdayîn pêk bê. Hem gel dê deng bide fîlman û hem jî jurî dê wan binirxîne. 20 fîlmên ku jurî diyar bike dê di reşemiya 2010'an de bêne eşkerekirin.
Endamên juriyê yên pêşbaziyê ev in: Jina Hrand Dînk Rakel Dînk, lîstikvan Serra Yilmaz, Lale Mansur, Costa Gavras, Georges Moustaki, Harutyun Khachatryan, İbrahim Betil, Nebahat Akkoç, Omer Madra, Rela Mazali, Serge Avedikian, Vaughan Pilikian û Yildirim Tûrker.