Diyarname
Piştî bûyera maça Bursa-Diyarbekirsporê ceza li her du qilûban barî. Teknîk dîrektorê Diyarbekirsporê Ziya Dogan 3 maç cezaya birênebirina maçê lê hate birîn.
Hefteya borî li sehaya Bursayê Bursaspor û Diyarbekirsporê bi hev re lîst. Di maçê de alîgirên Bursasporê li hemberî alîgirên Diyarbekirsporê diruşmên nijadperestiyê qîriyan û bûyer derketin. Li ser vê PFDK'ê (Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel) biryar girt.
PFDK'ê îro encamên xwe eşkere kirin.
Vane ew encam:
- 100 hezar TL cezaya pereyan ji bo Bursasporê.
- Di heman maçê de ji ber ku temaşevan bêpere girtine maçê 5 hezar TL cezaya pere ji bo Bursasporê. Dîsa ji ber ku di heman maçê de li ser nêrdevanan vala nehatiye hiştin 5 hezar TL cezaya pereyan ji bo Bursasporê.
- Ji ber bûyeran 20 hezar TL cezaya pereyan ji bo Diyarbekirsporê.
- Di heman maçê de ji ber antrenor bi nasnameyê akredîte yê aîdê kesek din ketiye maçê 20 hezar TL cezaya pereyan ji bo Diyarbekirsporê.
- Di heman maçê de îdarekarê klûba Diyarbekirsporê Bulend Fidan ji ber ku qerta xwe daye kesek din 90 roj mehrûmiyeta mafê ketina maçê..
- Di heman maçê de ji ber antrenorê klûba Diyarbekirsporê Mehmet Budak qerta kesek din bikar aniya 105 roj cezaya neketina odeya lîstikvanan û qilûba yêdekan.
- Di heman maçê de ji ber ku Teknîk Dîrektorê Diyarbekirsporê Ziya Dogan çêr li hakêmê maçê kiriye 3 maç cezaya qedexeya ketina odeya lîstikvanan û ketina qilûbeya yêdekan a ji bo wî.


