Diyarname
Êrîşa li ser Efrînê ya dewleta Tirkiyeyê didomin. Ji bilî van êrîşan ku bênavber didomin sê nûeyên din derketin pêş. Me ew dan hev. Fermo:
NY: Qada jiyana sivîlan biparêzin
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser şiroveyên li Efrînê qadên jiyana sivîlan zirar dibînin axivî û got: "Peyama her divê qada sivîlan bê parastin em belav dikin. Li Efrînê ku pevçûn didome em ne li qadê ne û em dikin hin agahiyan ji şirîkên xwe yên wê derê bigirin."
Tillerson: Operasyona Efrînê zirar da şerê dijî DAIŞ'ê
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Reks Tillerson berê serdana xwe ya li Enqereyê li ser êrîşa li Efrînê axivî. Tillersongot ku li hemberî pêşketinên li bakurê Sûriyeyê ew bi metirs in. Tillerson di civîna têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de axivî û got ku operasyona ku Tirkiye li Efrînê dimeşîne bandora têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê sist dike. Her wiha Tillerson wisa got: "Li Sûriyeyê ji bo li herêmên hatine azadkirin îstîkrar bêne çêkirin biryar dane ku 200 mîlyon dolar butçeya zêdek xerc bikin."
Însiyatîfa Efrînê ya Ewropayê dimeşe
Platforma Xwedîlêderketina Efrînê ya Ewropayê ku ji 82 saziyan hatiye avakirin ji Lozanê heta Cenevreyê meşek da dest pê kirin. Li dor 200 kes rewşenbîr, akademîsyen. siyasetmedar, sporkar, nûnerên saziyên sivîl, hunermend jî di nav de hezar kes dimeşin. Ew dixwazin NY li dijî komkujiya li Efrînê bikeve nava tevgerê.


