logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Cengiz Çandar: Cegerxwîn Dîwana xwe diyarî min kir

Rojnamegerê navdar ê tirk Cengîz Çandar li ser hevaltiya xwe ya bi Cegerxwîn re axivî: "Ez gelek li mala Cegerxwîn mam."

  • Dîrok: 23/11/2009
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Rojnamegerê navdar ê tirk Cengîz Çandar li ser hevaltiya xwe ya bi Cegerxwîn re axivî û got: "Ez gelek li mala Cegerxwîn mam. Wî Dîwana xwe wekî diyarî da min."

Wênesazê kurd Ahmet Guneştekîn ji bo TRT 6'ê niha dest bi amadekirina bernameyeke nû kir. Navê bernameyê "Ahmet Guneştekîn û Rengên Jiyanê" ye. Bername li ber tengava (bogaz) Stenbolê, li xaniyeke dîrokî û navdar tê kişandin. Bi şiklê xwe, bi awayê dîtbarî bernameyeke serketî ye. Bername dawiya hefteyan roja şemî û yekşemê dê bê weşandin. Di bernameya yekem (21.11.2009) de mêvanê Guneştekîn rojnamegerê navdar Cengiz Çandar bû.

Çandar li ser zarokatî, li ser serdema xwe ya têkoşînê, hevaltiya xwe ya bi Denîz Gezmîş û hevalên wî re axivî û dûre gotin hat ser hevaltiya wî û helbestvanê navdar Cegerxwîn. Rojnameger Çandar wisa got: "Di sala 1971’ê de dema ji ber meseleyên siyasî ez derketim derveyî welat, min kesekî  ku berê min navê wî bihîstibû hev dît û çend salan têkiliyeke min a taybet pêre çêbû: Ew Cegerxwîn bû. Li Şamê. Û dûre dema du sal û nîv ez li Lubnanê jiyam, her ku du sê mehan carekê ez dihatim Sûrî û du roj, sê roj her çibe dimam, ez li mala Cegerxwîn dimam. Û dema 73’yan de ez ji herêmê veqetiyam piştî du sê salan wî Dîwana xwe wekî diyarî da min. Min peyvekê jî bi kurdî nedizanî. Bi kurdî, bi tîpên latînî hatiye nivîsandin. Yanê kurdekî vê bibihîze herhal ezê wekî nîvewliyayekî bêm pêşwazîkirin.(KEN)

Çandar li ser çûyîna xwe ya Bonnê ya ji bo şeva Weqfa Çand û Hunerê ya Şivan Perwer jî kir û wiha berdewam kir: "Li civîna Bonê min got, ez zû hatim vê astê; ez li mala Cegerxwîn radibûm û rûdiniştim û me bi wî re çi xeber dida û nedida. Me dîrok xeber dida, helbest xeber dida, li ser çanda gelê kurd filan."

Cengîz Çandar hezkirina xwe ya ji bo hunermend Şivan Perwer jî anî ziman û got: "Bawer bin bi qasî kurdan tirk jî ji Şivan Perwer hez dikin, ew hunermendekî wisa ye. Hûn tirk in, hûn li Şivan Perwer guhdarî dikin, pêre hevaltî dikin, dostaniyê çêdikin. Niha balkêş e, ne balkêş tişteke xwezayî ye, normal e. Ez jî wisa, bi qasî ez ji Şivan Perwer hez dikim wisa ji Neşet Ertaş jî hez dikim."

Di bernameyê de koma muzîkê ku şirîkatî dike strana "Ey Dîlberê" xwend. Li ser vê yekê jî Çandar ev anî ziman: "Ez jî ji vê stranên hez dikim. Ez bîranîneke xwe bibêjim: Ez li Amedê bûm. Heval û dostên min ên ji saziyên sivîl hebûn. Ev stran hate gotin, min mêze kir her kes dizane, pêre dibêje. Hema bêje her kurd vê dizane. Îsal ez çûm Miksê, festîvala Feqiyê Teyran hebû yekem car e li dar dikeve, wisa pireke di navbera me de çêbû bi Feqiyê Teyran re, ez hînê gotinên stranê jî bûm û min çend carên din lê guhdarî kir; her carê ku ez li stranê guhdarî dikim pêla hestan xwe li min dipêçe. Ew qas min guhdarî kir êdî beşa nakaratê ez pêre dibêjim."

Bernameya "Ahmet Guneştekîn û Rengên Jiyan" her dawiya hefteyê dê bê weşandin. Li gor agahiyên ku Ahmet Guneştekîn dan me di beşên bê de dê kesên wekî helbestvan Nevzat Çelik, hunermend Bedri Ayseli, nivîskar Abdurahman Dilipak, wênesaz Bedri Baykam, koma Taksim Trio û Prof. Kaya Ozsezgin bike mêvanê xwe,

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şagirtên wî Mihemed Şêxo bibîr anî

ad

Wêneyê rojê: Salih Muslim û birîndarek

ad

Rojîn: Çima "Erê" ji bo TRT 6'ê?

ad

Hekîm Sefkan piştî 17 salan careke din vedigere ser ekranê

ad

Helbestvan Ahmet Telli mir

ad

Rojnameger Seyît Evran mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname