Diyarname
Lîstikvanê portekîzî yê navdar Cristiano Ronaldo îro li Stada Allianzê derket pêşberî çapemeniyê û îmzeya ku ew êdî dê li Juventusê kar bilîze avêt bin metnê.
Ev demek e dihat gotin ku Juventus lîstikvanê Real Madrîdê Ronaldoyî transfer dike, ew transfer îro çêbû. Ronaldo di dema îmzekirina kontratê de ji bo çapemenî got: "Ez dixwazim şopek li vê klûbê bihêlim. Her kes dixwazi Lîga Şampinoyan a UEFA'yê bi dest bixe lê emê ji bo hemû kûpayan têbikoşin. Ji bo Juventus bi ser bikeve çi ji destê min bê ezê bikim."
Ronaldoyê 33 salî dibêje ku ji ber ji Real Madrîdê veqetiyaye ne xemgîn e û van lê zêde dike: "Ji bo kariyeta xwe ez rûpeleke nû vedikim. Di vê dema kariyera min de ji bo ez hatim wisa klûbeke mikemel ez dilşad im."
Ronaldo dibêje ne tenê wekî lîstikvnekî wekî mirovekî jî we dixwaze bibe mînak û dibêje: "Ez dixwazim alîkariya ciwanan bikim. Ji bo kariyeta min demek mezin e. Peymana min a 4 salan heye û ji bo serketinên nû yên tîma min ez dixwazim pir bixebitim."
Li ser Ronaldo çend gotin
Ronaldo di sala 1985'an de li Funchal a Portekîzê hat dinê. Ew di sala 2009'an de transferê Real Madrîdê bû. Ligel vî tîmê 4 caran bû şampiyonê Lîga Şampiyonan a UEFA'yê. Ronaldi di vî tîmî de di 438 maçan de 451 gol avêtin û 131 asîst dan hevalên xwe. Ronaldo ku 5 caran Xelata Goga Zêrîn a FÎFA'yê girt sala bê dê ji bo Juventusê xwêdanê bide.


