logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. 'Ew jina herî xweşik bû'
  5. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
news-details

2018: Di qada navneteweyî de kurdan xelat dan hev

Di qada navneteweyî de kurdan di warê sînemayê de xelat girtine û hê jî bi berhemên xwe digirin. Lê îsal tiştek cuda çêb

  • Dîrok: 25/12/2018
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Di qada navneteweyî de kurdan di warê sînemayê de xelat girtine û hê jî bi berhemên xwe digirin. Lê îsal tiştek cuda çêbû: Ne sînema, di gelek warên din de kurdan xelat girtin û nav dan. Ji xelata Nobelê heta xelata muzîkê, heta xelata mafên mirovan, gelek xelat girtin. Me yên girîng dan hev. Vane ew xelat:

Xelat ji bo ciwanên pêşdikevin

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) her sal xelatê dide Rêberên Ciwan ên Pêşdikevin. Îsal 2 jinên kurd bûn xwedî vê xelatê: Keça kur a êzdî Zînê Salim Hesen ku li Lîtvanyayê dijî û keça kurd Sara Ebdullah Ebdulrehmanî ku li Kerkûkê dijî ev xelat girtin. Her duyan li DYA'yê di meha gulana îsal de ev xelatên xwe hembêz kirin.

Xelata Mafên Mirovan

Li Dublîna Îrlandayê saziya bi navê "Front Line Defenders" heye. Ew di sala 2001'ê de hatiye avakirin û bi navê Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan ên Di Bin Talûkeyê De Ne dide. Saziyê îsal aktîvîsta mafên mirovan û rojnamegera kurd Nurcan Baysal hêjayî vê xelatê dît. Baysal di 18'ê gulana îsal de li Dublînê xelata xwe girt.

Cewerî ji Akademiyê xelat girt

Nivîskarê kurd Firat Cewerî roja 29'ê pûşpera 2018'an ji Akademiya Swêdê "Xelata Wêjeyî ya 2018'an" girt. Cewerî ji ber ku gelek pirtûkên swêdî wergerandibûn kurdî û ev yek wekî xizmetek ji bo wêjeyê hat qebûlkirin û ew hat xelat kirin.

Kurdekî Rojhilat xelata Matematîkê ya Fiedels girt

Kongreya Matematîkarên Navneteweyî her çar salan carek li dar dikeve. Vê carê li Rio de Jenerio ya Brezîlyayê li dar ket. Di her kongreyê de Madalyeya Fiedels didin 2, 3 an çar kesên di bin temenê 40'î re. Ev xelat wekî Nobela Matematîkê tê hesibandin.

Îsa ev xelat ji Zanîngeha Cambridê dan Koçer Bîrkar (01.08.2018). Koçer Bîrkar ku ev xelat girtiye ji bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê ye, niha 40 salî ye û li Zanîngeha Cambdrigde hîndekar e.

Koçer Bîrkar li ser xelatê wisa gotiye: "Ez hêvîdarim ev xelat ji bo 40 mîlyonî bibe cihê kêfxweşiyê."

Bazîdî ji UNESCO'yê xelat girt

Nivîskarê kurd Cemil Turan Bazidî ku li Yewnanistanê dijî bi pirtûka xwe "My Name is Azad" (Navê Min Azad e) 5'ê meha gelawêja 2018'an ji UNESCO'yê xelat girt. UNESCO Xelata Akademîk a Taybet dide berhemên ku çanda gelên xwe bi serketî nîşan didin. Bazîdî bi romana xwe ev xelat girt.

 

Pîzzaçêkerê kurd xelat girt

Pîzzaçêkerê kurd Hakki Akdenîz li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijî. Ew pîzzayan çêdike. Nêzî 10 dikanên wî yên pîzzayê hene. Ew sê caran bi pîzzayê bûbû şampiyon, yanê yekemînê dinyayê. Lê vê carê tiştek din çêbû: Meclisa Nûnerên DYA'yê 4 xelatên serketinê dan wî (07.08.2018). Hakki Akdenîz ku ji Farqîna Amedê ye bi vê xebata xwe bi salan e li DYA'yê û li dinyayê navdar e. Akdenîz ji Meclisa Nûnerên DYA'yê xelata "şampiyonê edaleta civakî", "rêberê li nav civakê", "rêberê li nav cîhana karsazan" 3 xelat girtin û her wiha ji Meclisa Eyaleta New Yorkê jî bi sedema "kesê xizmetên mînak ji bo civakê dike" û "serketina şexsî ya bêhempa" ew xelat kir.

Kayhan Kelhor dest avêt "Rihê Mirovan"

Amadekarên Pêşbaziya Kemanê ya Navneteweyî ya Isaac Stern serketiyên "Xelata Rihê Mirovan" a îsal eşkere kirin (30.08.2018): Yek ji wan hunermendê kurd Kayhan Kelhor bû.

Kayhar Kelhor ku ji kurdên rojhilatê Kurdistanê ye ji biçûkatiya xwe ve dest bi muzîkê kiriye. Wî di nav Orkestraya Radyo Televîzyonê ya Neteweyî ya Îranê de jî cih girtiye. Heta niha li gelek welatan konser daye. Kelhon par di 59'emîn Xelatên Muzîkê Grammy de Xelata Albuma Muzîka Dinyayê ya Herî Serketî girtibû.

Gîtarîstê ciwan li Romayê bi ser ket

Gîtarîstê kurd ê ciwan Cem Şivan Ergul di meha rezberê de li Romayê bi ser ket û xelata gîtarê girt. Li Romayê li ser navê Alirio Diaz (1923-2016) ê klasîk gîtarjen pêşbaziya gîtara klasîk tê li dar xistin. Di vê pêşbaziyê de Ergul bû yekemîn û xelat girt.

Baroya Amedê hat xelat kirin

Baroyên Parîs, Bordeauks, Bruksel, Roma, Luksemburg, Berlin, Cenevre, Amstardam, Enstîtuya Mafên Mirovan a Ewropayê, Yekîtiya Parêzerên Navneteweyî û Yekîtiya Parêzerên Ewropayê jî di nav de gelek sazî bi hev re her sal xelatê didin kes an saziyek ku di warê mafên mirovan de kar dike. Navê xelatê jî Xelata Mafên Mirovan a Ludovic Trarieuks e. Îsal juriyê xelata taybet da Baroya Amedê (22.09.2018). Ludovic Trarieuks di navbera salên 1840-1904'an de jiyaye û ev 23 sal in li ser navê wî ev xelat tê dayîn.


Rojnamegerê kurd bi ser ket

Rojnamegerê kurd Bêhrûz Boçanî bi xebata xwe ya li ser koçberê li ser behra li Avustralyayê ku wî rewşa wan belge kir xelat girt. Bi vê belgekirinê rojnameger Boçanî li Îtalyayê "Xelata Rojnamegeriya Lêkolînerî ya Anna Politkovskaya" girt (07.10.2018). Oranîzatorên xelatê sedema xelatdayîna ji bo rojnamegerê kurd wisa gotine: "Mijara ku bi taybetî tê veşartin wî raxistiye ber çavan".

Xelata Anna Politkovskaya li ser navê rojnamegera rus ku di sala 2006'an de li Rusyayê hat kuştin tê dayîn. 

Nobela Aştiyê dan Nadya

Xelata Nobela Aştiyê dan keça kurd a êzîdî Nadya Mûrad. Mûrad ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûbû û piştî vê yekê di nav xebata rizgarkirina ji bo keçên êzîdî de li qada navneteweyî dixebitî hêjayî xelatê hat dîtin. Mûrad roja 10.12.2018'an bi merasimek xelata xwe girt.

Hevşaredara Cizîrê hat xelat kirin

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret "Xelata Carl von Ossietzky" girt (18.12.2018). Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ku navenda wê li Berlîna Almanyayê ye di warê mafên mirovan de vê xelatê dide. Bi merasimek ev xelat îsal da Îmret.

Xelata PEN'ê

PEN'a Îngilistanê di nav xelatên ku dan pirtûkên ji bo îngilîzî hatin wergerandin de xelat da pirtûka "Seher" a Selahattin Demîrtaş (19.12.2018). Her wiha PEN'a Almanyayê jî ew kir endamê xwe yê rûmetê.

**

Li ser 2018'an ên ku derketine pêş:
- 2018: DVD'yên van fîlman îsal herî zêde hatine firotin

- 2018: 10 dewlemendên amerîkayê, di nav de nivîskar jî hene

- 2018: Hunermendên ku îsal herî zêde bilêtên wan hatine firotin

- 2018: Ji aliyê IMDb'ê ve 10 fîlmên salê

- 2018: Li Tirkiyeyê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin

- 2018: 10 rêzefîlmên herî serketî

- 2018: Stranên ku herî zêde lê hatine guhdarîkirin

- 2018: Muzîkarên ku herî zêde pere kar kirine    

 


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

news
  • 11 10 2026

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Daxwaza fermîbûna kurdî li der herê hebû

ad

Ziman û Têgînên Futbolê

ad

E-cixare rewşa qeyrana dil zêdetir dike

ad

Cenazey niştox Milan Kundera berd welatê ê

ad

Tirkiyeyê nehişt heyeta ÎHD'ê here Rojava

ad

Şaredar bûn rojnamefiroş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname