M.Çiya Mazî*
Belê, ez jî di lijneya 2017’an a Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî de bûm. Di lijneyê de, Berken Bereh, Necla Akay, Gulîzer, Kawa Nemir û ez (M.Çiya Mazî) hebûn. Ji ber tenduristiya Berken Bereh nikarîbû tevlî niraxandinan yekemîn bibûya, lê tevlî nirxandina piştî îdîayan bûye.
Wekî herkes dizane şertên pêşbaziyê yek jê jî di dosyeya ku ji endamên lijneyê re bê şandin navê xwediyê dosyeyê yê rastîn nexuyaye, navekî remz tê bikaranîn. Ji ber wê yekê jî min bixwe qet nizanibû kî, kî ye. Jixwe haya endamên lijneyê jî jê tunebû an diviyabe tunebûya. Dema ku dosye hatin ba min jixwe min li şertê pêşbaziyê nêrî. Belê şertekî wê jî ev e dibêje: “divê dosye berê wekî pirtûk nehatibe weşandin”. Dosyeya Rê û Rêç jî û yên din jî bi awayê pirtûk wê demê nehatibûn weşandin. Li gor min dîtibû, li gor hevalên lijneyê jî wisa bû bawer im, heke dosyeyek weşandî hatibûya çapkirin yekî ji wan belkî bidîta an hinek pê bihesiyana. Heta bi vê gotinê, Kawa Nemir got “yek ji van dosyayan li Weşanxaneya Lîsê ye, li ber çapê ye.” lê ew dosya jixwe nehat hilbijartin.
Ne ji bo bersivê ji pêşbazî birîn nebe dinivîsim
Min bi xwe heta wê demê ne navê dosyayek helbestan bi navê “Rê û rêç” û navê Narîn Yukler ji nêz de nas nedikir. Navê Narîn Yukler jî li ser dosyayê tunebû jixwe, dû re (piştî dema eşkerekirina encama pêşbaziyê) em ê pê bihesiyana ku ev ya wê ye. Belkî min li hin deran bihîstibû ev navê Narîn Yukler, lê belê wekî naskirina rû bi, rû an jî di medyayê de çênebûbû û qet bala min nekişandibû. Jixwe nav jî di dosyeyê de tune ye min got, ma kî dizane ya Narîn Yukler e. Wê bi xwe jî hinek tiştên ne li rê ji bo siyaset û şexsan gotiye, ew şaş e. Ji ber vê yekê jî tenê nirxandina min a wijdan û zanebûna min mabû ku bi kar bînim wekî ya endamên din. Û ne ji bo bersivê bidim hinekan, ji bo xelat û pêşbaziya îro û di rojên pêş de birîn nebe û têkeve arşîvan ez vê gotarê dinivîsim.
Li gor pûanan hat hilbijartin
Di rêbaza hilbijartinê de me endamên lijneyê li hev kir ku em her yek 3 heb dosyayên me herî pir pûan dayê derxin pêş û ji nav van a herî pir pûan girtine bi tevahiya pûanên me, ew dê bibe ya yekemîn. Me jî wisa kir û me her yekê sê dosyayên ku me herî pir pûan danê derxist holê. Tevlî vê yekê an jî ji bilî hesabê matematîkê jî me nîqaş kir ka ev dosye hêja ye an ne hêja ye. Me fikra xwe ya derbarê pûandayînê bi Reşo Ronahî re (sekreterya pêşbaziyê) jî parve kir. Wî jî got, rêbaza we li gor şertên pêşbaziyê rast e, ya pir pûanan bistîne divê ew be. Me dîsa dosyayên din jî nirxandin, ji ber hin kêmaniyên dosyayên din, dîsa bi heman fikrê em hatin ser pûanan. Û me got pûanê kîjanê pir be bila ew be. Ya Rê û Rêçê dîsa derket pêş.
Çima ne roja roj de lê îro?
Îjar piştî ku hat hilbijartin û xelat hat dayîn bi sal û nîvekê, îdîaya ku werger e derket holê ji alî birêz Yildiz Çakar ve. Bi rastî gelekî xemgîn bûm ku tiştekî wisa hebe ne baş e. Lê piştî lêkolînan, li gor îdîayan pirtûkek ku bi tirkî hatiye çapkirin tune ye, dihat gotin ku ev helbest wergera ji tirkî ne û hinek ji wan di kovaran de hatine weşandin bi kurdî, ew jî tune ye. Mijara wergera wê ya tirkî jî ev e, li gor nivîsa xwediyê dosyayê û maîlên di navbera yê wergerandiye birêz Nûdem Hezex de ev e: Narîn Yukler ew helbestên xwe pêşî li mala xwe wergerandine tirkî. Ê baş e, ka haya kê jê hebûye ev li mala wê pêşî yan jî dû re bi tirkî hatine nivîsandin. Ha, belkî hûn bibêjin xuya ye. Wê demê hûn jî ji kerema xwe re dosyaya ku niha wekî pirtûk hatiye weşandin bixwînin. Û me ne li gor wê, li gor dosyayên din ev hilbijartiye. Tiştekî ku haya mirov jê tune be mirov bibêje wisa ye, werger e û biryarê bide, nabe. Em bibêjin wê helbestên xwe hem bi tirkî hem bi kurdî nivîsandine û wê şandiye pêşbaziyê. A diduyan gelo ya ku dosyaya xwe wergerandibe kurdî û bi qasî ku em ferq nekin hêja be, çi hewce ye ku mirov bibêje nabe? Çi hewce ye mirov bibêje ji xwe bi kurdî nizane. Bi kurdî nizanibûya çawa ev helbest nivîsandine an wergerandine? Li ser vê mijarê jî lijneyê nîqaş kir.
Ku bê gotin ‘çima bi du zimanan nivîsandin’ jî, ji bo kurdan tirkî alerjiyê çêdike, belkî ji bo hinekan tercîh be; teqez mînakên wisa li dinayê hene û dibe ku mînakên beravajî vê yekê jî hebin. Ev li gor dem, raman, armanc, welat û rêbazên pêşbaziyan diguherin.
Mînakên nivîsandina bi du zimanan
Gelek nivîskarên dinyayê jî hene bi du zimanan berhemên xwe nivîsandine an wergerandine. Wekî Mînak Samuel Becket ‘Li Bendemana Godot’ bi frensî û îngilîzî nivîsandiye, di kurdî de yek jê Helîm Yûsiv ‘Mêrê Avis’ û ‘Jinên Katên Bilind’ bi erebî û kurdî nivîsiye, di tirkî de Elîf Şafak pêşî bi îngilîzî dû re bi tirkî dinivîse. Teqez gelek nivîskarên din jî hene, ev tercîhek e, lê mijarek dûvdirêj e, ne hewce ye mirov berfireh bike, yên bixwazin karin lêkolîn bikin. Ne ku dibêjim duzimanî baş e an ne baş e, ne terciha min e jî. Tenê dibêjim mînak hene. Ev mînakên pirtûkan xelat jî stendine. Yê me pêşbaziya dosyayan e û cuda ye helbet, lê dubare ye lê bêgav im dîsa bibêjim; yê me, ne pirtûk heye li holê û ne hatine weşandin û tenê çend heb helbest in ku pêşî bi tirkî hatine nivîsandin. Hewce be mirov dikare di şertên pêşbaziyan de diyar bike ku ‘du zimanî hebe nabe’, ew jî tiştekî din e.
Ha, dibêje yekî din wergerandiye ango birêz Nûden Hezex. Lê di tiwîtên wî kesî de ku ji Narîn Yukler re şandiye, dibêje min tenê redekte kiriye. Dû re redekteya wî kesî nepejirandiye li gor Narîn Yukler dibêje. Îjar çima redekte kiriye û jê re gotiye bişîne, wê demê çima negot werger e. nabe û niha dibêje, piştî salekê dibêje, ez wê nizanim?
Nameya Berken Bereh
Tevlî vê yekê, ji ber ku ev xelat bi vê îdîayê hatibû birînkirin, min ji xwediyê îdîayê re got belgeyan ji min re bişîne ez ê ji hevalan re bibêjim ku em cardin binirxînin û sazkar jî lêkolînê bikin. Şand. Min jî ji saziya pêşbaziyê re got. Wan jî ji lijneyê re got û me dîsa guftûgo kir. Fikra min ewil ev bû ku ne ji bo kopyayê ji bo ku ev xelat birîn bûye çawa bûbe jî, min got bila betal bibe. Lê hevalên lijneyê û li gor sekreterya got, Lal Laleş (Weşanên Lîs) Reşo Ronahî (sekreterya) û endamê ku tevlî civînên nirxandina dosyeyan nebûye Berken Bereh jî hemûyan gotiye hewce nake em betal bikin û xelatê bi paş ve bigrin û wekî li jor min got ez qanih bûm. Berken Bereh bi nameya xwe wisa got:
“Piştî ku îro Reşo Ronahî li min geriya min nameyên we xwend. Kawa di derheq ziman û rewşa nivîskariya kurdî kurmancîya li Bakur û têkiliya wê ya bi tirkî re xweş şirove kiriye.
Wekî desteya hilbijêr we bîr û boçûn û raya xwe berê de aşkere kiriye û xelata xwe daye. Ji îro şûn de biryarek ber-eqs hem neheqiyeke mezin e li me û hem jî bêqîmetkirina nirx û rûmeta gorbihuşt Arjen Arî û ya şi'ra kurdî ye. Li gel silavan. Berken Bereh.”
Jiyana beşdaran me eleqedar nake
Lewre di nirxandina pêşî de, nivîskarê dosyayê bi xwe wergera kurdî kiriye û wergera tirkî li mala xwe hiştiye. Ji xwe ne pêkan e ku haya lijneyê jê hebe. Wekî ku helbestên xwe bi du zimanan nivîsandibe û ya kurdî şandibe pêşbaziyê. Û ewên tirkî jî wekî pirtûk li tu derê nehatine weşandin. Min jî got madem wisa ye û her kes dibêje ne hewceyî betalkirinê ye, bila sekreterya daxuyaniyekê bide û navan li binî binivîse. Lê gotin na bila Lijne tenê daxuyaniyê bide. Ji ber vê yekê jî nameya herî dawî bawer im min şand ji sekreteryayê re ango ji Reşo Ronahî re û min got, her kes navê xwe nenivîsîne, dibe ku dû re tiştekî din li derve bibêjin. Ji ber wê yekê ez jî îmze nakim. Piştî vê nameya min, hemû tişt sekinî û daxuyanî jî nehat dayîn. Û wekî hûn zanin heta ku vê dawiyê Reşo Ronahî daxuyanî da. Em bibêjin lijne şaş difikire. Ev dibe warê nîqaşê û rexneyan, mafê kesan heye rexneyan jî bikin bi awayekî zanistî û mantiqî fikreke din jî bibêjin. Lê tu kes nikare heqaretan bike û xwe têxe şûna lijneyê an xwe di ser lijneyê re û di ser kesine din re bigre û bibêje ‘wisa an wisa bike’. Lewre lijne serbixwe ye. Fikra herkesî heye û dibe ku ji hev cuda bin. Fikra her endamên lijneyê jî heye, xwedî zanebûnekê ne. Û dema nirxandinê tenê berhem li ber çavan e û jiyana nivîskarê/a dosyeyê ne mijara lijneyê ye û kes nizane kî ye, çi kes e. Tenê berhem û xweşbûn û hêjabûna wê/î ye, ya li ber çavan. Li gor berjewendiya şexsî jî biryar nayê girtin. Ji ber van sedemana lijne gihîşt wê qenaetê ku betalkirin dê bêhtir xisarê bide pêşbaziyê û nemir Arjen Arî.
Navbera kî çawa be bandorê li min nake
Min nedixwest di nava pirsgirêkên mezin ên welatê me de, em nivîskar bi tiştekî wisa vikî vala re mijûl bibin. Lê helbet îdîa hebin û mirov sûcdar bikin û raya giştî bi rastiyan nehese ew şik û guman heta hetayê li ser mirov dimîne û bêhurmetiye jî li himber raya giştî ya kurdî. Hinekî jî mirovên ku mantiqî nafikirin û bi hestên xwe; bêyî lêkolîn û pirsan bikin ji aliyan û endamên lijneyê, ji tiştan bawer dikin û mirovan sûcdar dikin, heta wekî lînca lijneyê belav dikin. Yê ku di medyaya civakî de bi tu agahiyan nizanin û peyvên qerase dikin ew ji xwe re zanin. Belkî hewcedariya wan ji reklamê hebin, ew jî tiştekî din e. Yê min ne wekî wan kesan im ku bi hîzîp û gruban tev bigerim. Nevbera hin kesan xweş be an nexweş be, bandorê li min nake. Tenê ez û wijdanê xwe me. Rexne û pirsîn mafê kesan in, lê yê ku heqaretê jî bikin an jî haqaretê îma bikin, ez peyvên wan bikar naynim, ji ber ku xuyê min ne wekî ya wan e. Tenê dibêjim heqaretên ku kirine û bê kirin û îma bikin, rasterast li xwediyê wan heqaretan vedigerînim. Bi tu awayî jî di medyaya civakî de bersivan nadim êdî. Medyaya vî miletî heye ku hewce be rojnameger dê lêkolîn bikin û pirsan bikin ez ê jî bersivan bidim. Bi rêz û silavan.
29.12.2018
Endamê Lijneya Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ya sala 2017’an
***
Nivîsa eleqedar: