Diyarname
Kayûmê ku dest danîbû ser Şaredariya Qoserê li dor şaredarî dîwarek 2 metre bilind ava kiribû. Niha piştî ku HDP'ê carek din şaredarî bi dest xist ew dîwar hilweşand, ku zompa (balyoz)* yekem jî Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz lêda. Paşê endamên Meclisa Şaredariyê û hemwelatiyan balyoz lêdan û dîwar hilweşandin. Em jî vê wêneyê destpêka hilweşandina dîwarê dikin wêneyê rojê û pêşkêşî we dikin.
Li aliyê din di serî de Amed û Mêrdîn şaredariyên din jî bariyerên li ber avahiyên şaredariyan ku kayûman danîbûn rakirin.
(Foto ji Ajansa Mezopotamyayê hatiye girtin)

*Not: Ji bo "Balyoz"ê li nav kurdan gelek tiştên din têne gotin. Me ZOMP tercih kir.


