Diyarname
Sirban guleyeke mezin li panzêran dan û ew têr birin. Îngilizan jî ji xezîneyê xwarin.
Di Kûpaya Cîhanê de surprîz didomin. Ji favoriyan Almanya bi 1-0'ê têk çû, Îngilistan bi reqîbê xwe re 0-0 ma û pûan winda kir. Yanê her duyan jî derketina xwe ya ji komê xist talûkeyê.
Vane encamên îro:
Almanya: 0 - Sirbistan: 1
Almanya ku di maça xwe ya yekem de 4 gol avêtibû û hêviyeke mezin dabû temaşevanan di maça xwe ya duyem de ev hêvî şikand.
Almanya ku di deqîqeya 37'an de lîstikvanê wê Klose qersa sor girt û ji maçê derket rewşa wê xira bû. Di encamê de Sirbistanê bi gola Jovanovic (deqîqeq 38) Almanya têk bir.
Kunye
Sdat:Nelson Mandela Bay
Hakêm: Alberto Undiano Mallenco (Spanya), Fermin Martinez Ibanez (Spanya), Juan Carlos Jimenez (Spanya)
Almanya: Manuel Neuer, Arne Friedrich, Per Mertesacker, Philipp Lahm, Holger Badstuber (Dq. 77 Mario Gomez), Sami Khedira, Bastian Schweinsteiger, Mesut Özil (Dq.70 Marko Marin), Thomas Müller (Dq. 71 Cacau), Lukas Podolski, Miroslav Klose
Sirbistan: Vladimir Stojkoviç, Aleksandar Kolarov, Branislav İvanoviç, Nemanja Vidiç, Neven Subotiç, Milos Krasiç, Dejan Stankoviç, Zdravko Kuzmanoviç (Dq. 75 Radosav Petroviç), Milan Jovanoviç (Dq. 79 Danko Lazoviç), Milos Ninkoviç (Dq. 70 Gojko Kacar), Nikola Zigiç
Slovenya: 2 - DYA: 2
Yek ji maça herî balkêş a vê tûrnûvayê îro hate lîstin. Di maça di navbera Slovenya û DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) de Slovenya pêşî 2-0 derket pêş DYA'yê û dewreya yekem bi vî awayî bi dawî bû.
Di kêliya ku her kes li bendê bû ku wê Slovenya bi serketî ji sehayê veqete de DYA derket ser dikê û maç bi 2-2 bi dawî bû.
Golên Slovenyayê Birsa (Dq 13) û Ljubijankic (Dq. 42) avêt. Maçên DYA'yê jî London Donovan (Dq. 48) û Bradley (Dq. 82) avêt.
Di vê komê de DYA 2 pûanên wê hene û wê di maça dawî de bi Cezayîrê (xwedî 1 pûnanê) re bilîze. Slovenya ku 4 pûnanên wê hene wê bi Îngilistana ku 2 pûanên wê hene re bilîze. Ji her sêyan du tîm wê ji komê derkevin.
Kunye
Stad: Ellis Park
Hakêm: Koman Coulibaly (Mali), Ridvan Aşik (Fas), Manuel Candido (Angola)
Slovenya: Samir Handanoviç, Miso Brecko, Marko Suler, Bostjan Cesar, Bojan Jokiç, Valter Birsa (Dq 87 Zlatko Dediç), Robert Koren, Aleksandar Radosavljeviç, Andraz Kirm, Zlatan Ljubijankiç (Dq. 73 Pecnik) (Dq 90 Andrej Komaç), Milivoje Novakoviç
DYA: Tim Howard, Steve Cherundolo, Jay DeMerit, Oguchi Onyewu (Dq. 80 Herculez Gomez), Carlos Bocanegra, Landon Donovan, Michael Bradley, Jose Torres (Dq. 46 Benny Feilhaber), Clint Dempsey, Jozy Altidore, Robbie Findley (Dq. 46 Maurice Edu)
Îngilistan: 0 - Cezayîr: 0
Îngilistan ku du maça xwe ya yekem de li hemberî DYA'yê nekarî bû bi ser bikeve û maç bi wekheviyê bi dawî bûbû vê carê li hemberî Cezayîrê nekarî gol bavêje û maç bi 0-0'ê bi dawî bû.
Îngilistanê pûanên xwe derxist diduyan lê îmkanên wê yên derketina ji komê zehmet bû.
Stad: Green Point
Hakêm: Ravşan İrmatov (Ozbekistan), Rafael İlyasov (Ozbekistan), Bahadir Koçkarov (Kirgizistan)
Îngilistan: David James, Glen Johnson, Jamie Carragher, John Terry, Ashley Cole, Aaron Lennon (Dq. 63 Shaun Wright Phillips), Steven Gerrard, Frank Lampard, Gareth Barry (Dq. 84 Peter Crouch), Emile Heskey (Dq. 74 Jermain Defoe), Wayne Rooney.
Cezayîr: Rais Ouheb Mbouli, Majid Bougherra, Rafik Halliche, Antar Yahia, Nader Belhadj, Karim Matmour, Hassan Yebda (Dq. 88 Djamel Mesbah), Medhi Lacen, Karim Ziani (Dq 80 Adlene Guédioura), Ryad Boudebouz (Dq 74 Djamel Abdoun), Fouad Kadir.