Diyarname
Serokomarê Almanyayê Christian Wulff "Nîxaneya Lîyakatê" dide derhenêrê navdar Fatih Akin.
Roja 4'ê mehê di salvegera yekbûna her du Almanyayan de Akin wê bi merasimekê Nîşaneya Lîyakatê (Sezawerî) li Qesra Bellevue ya li Berlînê ji destê serokomar bigire. Dİgel Akin 35 kesên din ji ber xebata wan dê vê nîşaneyê bigirin.
Hate gotin ku Akin di fîlmê xwe "Auf der anderen Seite" (Li Qeraxa Jiyanê) de pirsgirêk bi rastiyeke mezin aniye ziman û ji ber vê yekê hêjayî xelatkirinê hatiye dîtin.
Almanyaya Federal kesên ku di warê polîtîka, aborî yan jî çandî de xizmetek baş kiribe wan bi Nîşaneya Lîyakatê xelat dike.