logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Ji bo kurdî kampanyayeke di asta navnetewî de hat destpêkirin

Di Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurdî de ji bo zext û qedexeyên li ser Zimanê kurdî rabin, dest bi kampanyayek di ast

  • Dîrok: 13/12/2010
  • Beş: Nûçe

Amed
Di Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurdî de ji bo zext û qedexeyên li ser Zimanê kurdî rabin, dest bi kampanyayek di asta navnetewî de kirin. Îmzeyên ku ji bo kampanyaya bi navê “Ez mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwazim” bêne komkirin wê pêşkêşê NY (Neteweyên Yekbûyî), UNESCO, YE (Yekîtiya Ewropayê) û Meclisa Tirkiyeyê (TBMM) bêne kirin.

Ji bo kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdeyê di asta navnetewî de kampanyayeke îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya ji aliyê Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurdî ve hat destpêkirin. Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan û siyasetmedarên din ên kurd pêşî îmzeyên xwe avêtin bin kampanyayê.

Turk berî daxuyaniyê axaftinek kurt kir û got; “Gelek partî û saziyan ji bo zimanê kurdî dest bi kampanyayê kirine. Bi rastî heta niha ji bo zimanê kurdî digotin ‘kart kurt… niha jî li dadgehan dibêjin ‘Zimanê nayê zanîn, nayê famkirin'.Ji ber vê jî divê em ji bo vî zimanî tiştek baş bikin. Emê di çarçoveya kampanyayê de bang li parlemento, NY û YE dikin. Em dixwazin bi piştgiriya siyasetmedar û rewşembîrên me dest bi vê kampanyaya gel bikin.”

Piştî axaftina Turk, gotara ku bi piştgiriya sazî û partiyên wekî; KCD, , BDP, HAKPAR, KADEP, NÇM, Dayikên Aşitiyê, TZP-Kurdî, Egîtîm Sen, MAZLUM-DER, KMM hate amadekirin, ji aliyê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan ve hat xwendin.

Di daxuyaniya ku gelek hunermed, şanoger, akademîsyen, siyasetmedar û endamên rêxistinên sivîl ên civakî jî beşdar bûn de, Berdevkê Demê yê TZPKurdî Samî Tan, bal kişand ser asîmîlasyon û êrîşên li ser çand û zimanê kurdî.
Tan, diyar kir ku gelê kurd di pêvajoya avakirina komarê de wekî hêmana bingehîn cih girtiye û kurd pişt re jî bi her awayî rastî qirkirinekî mezin hatine. Tan, wiha domand: "Gelê kurd ku di avakirina Komara Tirkiyeyê de wekî hêmana bingehîn cih girtiye bi her awayî rastî qirkirineke mezin hatiye, zimanê wî hatiye qedexekirin, çanda wî tune hatiye hesibandin û hebûna wî hatiye înkarkirin. Çiqas tiştekî xemgîn e ku bi hezaran salan e li ser vê erdnîgariya Mezopotamyayê danûstandina çandî kiriye û mohra xwe li vê erdnîgariyê xistiye, ew bi xwe wekî "kart kurt" û zimanê wî "zimanê nayê zanîn" hatiye binavkirin."

KURDAN HEBÛNA XWE PARAST

Tan, da zanîn ku li gel hemû êrîşên kirêt gelê kurd bi hêza xwe ya cewherî hebûna xwe parastiye; bi israr li her qadê zimanê xwe bi kar aniye û wiha berdewam kir: "Bi saya vê helwestê kurdî li Tirkiyeyê neketiye nav zimanê ku têne windakirin. Lewra, gelê kurd dizane ziman welat e, bi kurtasî ziman hebûna gelekî ye. Wekî Emîle M. Cîoran dibêje 'Însan li welatekî najî, di zimanekî de dijî'. Welatê me, cih û warê me ziman e, welatekî din tune ye."

Samî Tan, diyar kir ku di makezagona avakar a Tirkiyeyê de înkara gelê kurd tune bûye, bes di hemû makezagonên piştî wê de rewş hatiye berûvajîkirin û nasnameya etîk a tirk hatiye serdestkirin. Tan ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Makazagona ku bi têgehên 'mîlet û welatê tirkan' û 'Dewleta tirk a mezin' 'miletê tirk', 'çanda tirk', 'dîroka tirk' hatiye tijîkirin. Ev rastiya hatiye çêkirin bi binyata piraliya Tirkiyeyê re li hev nake. Hemû binyatên etnîk înkar kirine. Kesên ne tirk, nasname, ziman, çanda wan a etnîkî tune hatiye hesibandin, welatiyên zimanê wan ne tirkî mafên wan ên perwrdehiyê hatine astengkirin. Lê em baş dizanin ku zimanek nebe zimanê perwerdehiyê li bajar û saziyên fermî de neyên bikaranîn, nikare hebûna xwe bidomîn e."

Berdevkê TZPKurdî û Serokê Enstîtuyê Tan, got ku ziman nasnameya şexs e, înkara ziman înkara nasnameyê ye û wiha got: "Di sedsala 21'emîn de tunehesibandina gelekî û ji zimanekî gelekî re gotina 'zimanekî nayê zanîn' berî her tiştî şerm û sûcê mirovahiyê ye."

Tan xwest ku çand û zimanê kurdî di bin parastina makeqanûnê de cih bigire û wiha domand: "Lazim e gelê kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê xwe di qada perwerdehiyê de bi karbîne. Divê dewlet vê yekê esas bigire û derfetan biafirîne. Lazim e makezagona ku li ser înkara gelê kurd hatiye avakirin di zûtirîn demê de bê guhertin."

EM Ê ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK LI DAR BIXIN

Samî Tan, da zanîn ku gelê kurd ji bo çanda xwe di nav çalakiyan daye û ji bo piştgiriyê jî bang li hemû gelên cîran kir. Tan, diyar kir ku ji bo rabûna astengiyên li hemberî zimanê kurdî dê gelek cure çalakiyên demokratîk li dar bixwin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî parçeyekî van çalakiyan di serî de em dê ji Meclis, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re daxwaznameyên 'bi zijmanê xwe yê dayî perwerdehiyê dixwazim' bişînin. Em bang dikin hemû derdorên hestiyar di vî warî de piştgiriyê bidin gelê kurd."

Saziyên piştgiriyê didin kampanyaya ji aliyê KCD'ê ve hate destpêkirin ev in: DOHK, BDP, TZPKurdî, YDG, HAKPAR, KADEP, NÇM, Dayîkên Aştiyê, DIVES, Navenda Egîtîm Sen'ê, Navenda ÎHD'ê, Navenda MAZLUDER'ê.

***

Nûçeyên eleqedar:

- Konferansa wêjeyê: Konferansa Neteweyî li dar bixin

- 'Divê siyaseta kurd li hemberî çandê demokrat be' 

- Di konferansa çand û hunerê de yekîtiya kurdan

- Li Amedê Konferansa 'Wêjeya Kurdî' tê lidarxistin

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kurd jî ji cih û warên xwe bûne!

ad

Ahmet Turk li Viyanayê rakirin nexweşxaneyê

ad

MIHEMED ŞÊXO; KURÊ AXÊ

ad

'Belengaz'a Hugo dikin rêzefîlm

ad

Hunermend û nandozî!

ad

Amadekarî ji bo Festivala Fîlman a Silêmanî didomin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname