Diyarname
Rêveberiya Federasyona Spanyayê biryar da ku tîmên La Lîga vê hefteyê dest bi antremanan bikin Fû maç jî di destpêka meha pêşiya me de dest pê bikin.
Li Spanyayê bandora vîrusa koronayê gelek mezin bû. Ji ber vê yekê jiyan rawestiya bû. Piştî hikumetê biryar da ku qontrolan nerm bike rêveberiya La Lîga jî kete nava hewldanê û daxuyaniyeke wisa da: "Ji nû ve destpêkirina fûtbolê nîşan dide ku jiyan normal dibe. Tenduristiya mirovan gelek muhîm e. Ji ber vê yekê ji bo em tenduristiya mirovan biparêzin û La Lîgayê ji nû ve bidin dest pê kirin me protokoleke berfireh amade kir. Em plan dikin ku di pûşperê de ji nû ve dest bi lîgê bikin"
Gelek lîstikvanên La Lîgayê bi vîrusê ketibûn. Di tîmên Valencia, Esanyol, Real Madrid, Barselona û hin tîmên din de bûyerên vîrusa koronayê derketibû holê.


