Diyarname
Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir. Yên bixwazin heta 10'ê rezberê gere berhemên xwe bişînin.
Pêşbazî îsal 27'emîn car tê lidarxistin. Wekî salên berê di warê "Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Kurdî", "Fotograf (Wêneyê Nûçeyan)", "Karîkatur" û "Nûçegîhaniya Jinan" de xelat dê bêne dayîn.
Li gor daxuyaniya rojnameya Yenî Yaşamê ku îsal jî ew pêşbaziyê lidar dixin berhemên ku ji bo wan bêne şandin dê roja 18'ê rezberê serketiyên wan bêne eşkere kirin. Roja 20'ê rezberê ku roja qetilkirina rewşenbîrê kurd Musa Anter e dê bi merasimek xelat bêne belavkirin.
Berhemên ku bêne şandin divê yan nehatibin weşandin an jî piştî roja 10.09.2019'an hatibin weşandin. Yên beşdar bibin ligel berhemên xwe divê kurtejiyana xwe û agahiyên têkiliyê jî pêre bişînin.
Îsal endamên juryê ev kes in:
Nûçeya tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatih Polat, Faruk Eren, İbrahim Varli, Huseyin Aykol.
Nûçeya kurdî: Mehmet Ali Ertaş, Suna Tunç, Beritan Zagros, Ramazan Olçen, Ferid Demirel.
Nûçegîhaniya Jinan: Nevin Cerav, Nişmiye Guler, Bircan Degirmenci, Çiçek Talhaoglu, Sevda Karaca.
Fotograf: Ramazan Ozturk, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Rodi Yuzbaşi, Selmet Guler.
Karîtakur: Gulay Batur, Dogan Guzel, Asli Alpar, İmam Cici, Ender Ozkahraman.
Têkilî:
Web: yeniyasamgazetesi1.com
e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com
Telefon: 0 212 252 83 99
Fax: 0 212 252 83 90
Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/İstanbul


