logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

‘Wijdana Anatoliyê’ trajediya kurdan nîşan dide

Weqfa Civaka Şefaf bi navê Anadolu Vicdani/Wijdana Anatoliyê pirtûkek bi du zimanî derxist. Di pirtûkê de nivîsên li ser

  • Dîrok: 11/09/2011
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weqfa Civaka Şefaf (Açik Toplum Vakfi) bi navê Anadolu Vicdani/Wijdana Anatoliyê pirtûkek bi du zimanî derxist. Di pirtûkê de bi armanca empatî bê kirin, nivîsên kevn û nû yên li ser trajediya kurdan û hin bûyerên wekî ya 'Mavî Çarşiyê' ku ji hêla kesên wekî Necip Fazıl Kısakürek, Yaşar Kemal, Fikri Saglar, Leyla İpekçi, Cemal Uşşak û Necdet İpekçi ve hatine nivîsandin cih digirin. Pirtûk ji hêla Davut Ozalp ve ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin.

Di pêşgotina pirtûkê de li ser sedema amadekirina pirtûkê wiha tê gotin: "Em dikarin armanca vê xebata mutewazî ya li ber destê we bi kurtasî wiha bînin zimên; dema ku em li ser vê mijarê diramin, divê em careke din li ser bûyer û diyardeyên ku di hafizeya me de cih girtine bifikirin û dest bi muhasebeya xwe bikin. Wexta ku me ev hilbijare amade kir, me serî li fikrên kesên xwedî ramanên cihê da û me hewl da ku em bûyerên herî zêde yên dema ku ev mijar tê rojevê li ser wan tê sekinandin û di hafizeyên me de cih girtine, hilbijêrin.
... Em bawer dikin wijdana Anatoliyê wê çareserkirina pirsgirêka kurd û gelek badîreyên din li dû xwe bihêle û bike em bibin welatekî wisa ku hemû kesên tê de serbilind, di tengasî û firehtiyê de jî ji hev re xemxur bin...
..."Ev berhem, ji bo ku em destekeke piçûk bidin hewldanên bi boneya em dengê hev û din bibihîzin û bikaribin empatiyê bikin hatiye amadekirin."

Di pirtûka ku ji nivîsên li ser pirsgirêka kurd ên bi mijarên cur bi cur ku ji hêla gelek nivîskarên navdar ve hatine nivîsandin, bi gelek fotografan û agahiyên îstatîstikî yên der barê zilm û zora li kurdan hatiye kirin û binpêkirinên mafên mirovan de hatiye destekkirin.

Pirtûk bi awayekî du bergî û du zimanî hatiye amadekirin û beşa kurdî ji hêla Davut Ozalp ve ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin. Kesên ku nivîsên wan di pirtûkê de cih digirin ev in: Sabih Ataç, Ferda Balancar, Haydar Ergulen, Leyla İpekçi, Necdet İpekyuz, Bahar Şahin Firat, Leyla İpekçi, Nurcan Kaya, Yaşar Kemal, Necip Fazil Kısakurek, Bejan Matur, Orhan Miroglu, Fikri Sağlar, Cemal Uşşak.

Ji pirtûkê hin beş ji nivîsên nivîskaran:

JI NIVÎSA NECÎP FAZIL KISAKÜREK:

.... "Xelkê bajarokê (nehiyeya) Tersemeka Mazgirtê tê serjêkirin û wesleweslekirin... Ji kesên xwedî merhemet yekî, nêzikî 20 heb zarokên ku temenê wan di navbera yek û deh salan de, digire di nava çemekî de vedişêre. Demildest ji rewşê haydar dibin. Fermana kuştina zarokan tê dayîn. Lê ji bo vê fermanê pêk bîne kesek dernakeve holê. Yên herî dilkevir jî neçar dimînin ku bibêjin ew nikarin li dijî masûmên wiha bêmudafa çekê bi kar bînin. Çend caran diceribînin lê heman encam dertê holê û mijar dibe sedema pirsgirêkan. Axirê zilamekî rûreş tê peydakirin û 20 masûmên ku di nava çemekî de diricifîn tên qetilkirin.
Yên ku dîtine Çemê Mûradê ji xwînê sor herikiye hene.".....

JI NIVÎSA FIKRÎ SAĞLAR
..... "Li gundê Yeşîlyurta Cizîrê pîsî bi mirovan dan xwarin!.. Wekî kesê pêşî yê ku çû wê derê û bi wan gundiyan re axivî, ez nikarim çavên muxtar Memo ji bîr bikim! Dema ku ez gihîştim bûyera Îbrahîm Polat ê ku li Mezrika Dohmukê ya gundê Kutlubeya Nisêbînê hatibû girtin û di qereqolê de bi lêdanê hatibû kuştin, min bi jina wî re hevdîtin çêkir. Ma mimkun e ku ez bikaribim êş û jana jina Îbrahîm Polat, Îne Polatê terîf bikim?...Piştî salan, li dû her wehşetekê ez heman hest û hîsan dijîm!.. Ma me ev heq kiribû?"
Zehmet e mirov wek însanan bimîne!..
Zehmet û zor e ku mirov însanan biparêze, li dijî neheqiyê rabe, ji wehşetê hesab bipirse û li dijî zaliman rabe!.. Hest, dil û aqil!... Yek jî du dilop hêstirên çavan! Bawer im, ji mirovahiyetiyê ev li dû mirov dimîne!...

JI NIVÎSA CEMAL UŞŞAK
....Şair bi wateya kula dilan gotiye, “kula ziman kûr e.” Ma ev yek kula wê civaka ku nikare zimanê dayika xwe bi kar bîne jî nade der? Wekî dayika wan î Rukiyeya ku sê zarokên xwe winda kirine dibêje, kula zimên ji tiştê tê dîtin gelek kûrtir e.
Kesên din nizanim lê li ser navê xwe ez ji hemû welatiyên me yên kurd daxwaza lêborînê dikim. Ne tenê lêborîn, ez dixwazim ew min helal jî bikin.Ez ji her kesî vê daxwazê dikim, bi taybetî ji Abdulkerîmê midyadî. Dema ku Abdulkerîm li ber dibistanê çend gotinên kurdî kirine, mamoste bi devê tûj ê cedwelê, heta xwîn jê hatiye li destên wî xistiye. Û ji dayika Hacerê. Ji ber ku dayika Hacer, li “Navenda Îşkenceyê”, ango li Zindana Diyarbekirê gava rojeke serdanê, kurê xwe li pişt hesinan dibîne û bi kurdî dibêje, “Lawê min, ji te pir hez dikim, tu qey ketî van halan?” bi lêxistina qûndaxa cendirmeyan dirêjî erdê dibe. Ez ji wan lêborînê dixwazim...

NECDET İPEKYÜZ
....Apê kal li min zivirî û got, “Ê di wêne de kurê min e. Berî çar salan kurê min li Şirnexê, li erazî, di encama teqînekê de şehîd ket. Du keçên min hene, ew jî zewicîn û li Stenbolê dijîn. Kurekî min tenê hebû. Ew û sê havalên wî bi teqîna mayînekê şehît ketin. Xanima wî, ango bûka min û du neviyên min bi me re ne. Em di mehên havînê de derdikevin zozanan, wextê dibistanê jî em diçin li Maçkayê dimînin.”
Ez û zarok xemgîn û matmayî ne...
Gotinên min ên li derve hatin bîra min. Wextê ku min behsa serpêhatiyên kurdan dikir, min gotibû mexdûr û xemkêş tenê kurd in. Niha ez pê hesiyam ku em tenê ji aliyekî ve li meseleyê dinêrin û dinirxînin. Ez ecêb mabûm ku kalo û pîrê çawa bi bêhneke fireh û bêîtîraz li me guhdarî kiribûn. Dema ku ez li fotoyê bi dîwêr ve dardakirî, bûka ku ji me re sifre amade dikir û neviyên ku bi zarokên min re li derve dilîstin difikirîm, mehcûbiyeta min zêdetir bû, bêhna min teng bû. Min û xanima xwe bi xemgînî li hev nihêrî. Li gor saeta kerr û lalan, di wê odeyê de kurt lê belê li gor hestiyariya me demeke dirêj bû em hemû li ser piyan, bi tu cihî de neleqiyabûn. Di heman demê de kalo ji min re, bûkê jî ji xanima min re got, li ser piyan nesekinin û kalo destê xwe danî ser milê min û xwest ku em rûnine ser sifreyê. Bi dengê xwe yê lerzokî tenê min dikaribû vê yekê bêjim, “Pir, bi rastî pir xemgîn im.” Bi wan hestan çavên min tijî hêstir bûn û min xwe bi xwe got, “lanet lê be.”
Em rûniştin ser sifreyê, lê deng ji me dernediket. Pîrê belkî jî ji bo ku rewşê normal bike got, “Hûn dizanin, li bal me ji lazên ku behr nedîtibin re dibêjin kurd.” Li ser vê, zarokên me jî gotin, “Dema ku em derketin rê, bavê me jî ji me re gotibû, ‘Ji kurdên ku behr dîtibin re dibêjin laz.’” Li ser rûyê me hemûyan bişirînek peyda bû. Zarok bi hev re keniyan û me dest bi xwarinê kir. Piştî xwarin û vexwarinê me hemûyan bi hev re çay vexwar û sohbet kir. Apê kal got, “Berî xwarinê dema ku em li derve rûniştibûn min bi sebir li axaftina te ya li ser qewimîn û bûyerên li herêmê guhdarî kir û min hewl da ku ez fêm bikim. Ji ber pêşdaraziya xwe ya wekî kurd xirab û sûcdar in, ez ji xwe aciz bûm, lê dîsa jî dilê min şikestibû. Piştî ku te fotograf dît û min ji te re behsa kurê xwe û aqûbeta wî kir; guherîna di dengê te de çêbû, hêstirên te, merema li ser rûyê xanima te, bi min dane hîskirin ku ez çi qas bi pêşdaraz bûme. Em hemû jî mirov in û evdên Xwedê ne. Te dî dibêjin, agir cihê ku pê dikeve dişewitîne, a rast bi van bûyeran re agir bi her cihî dikeve û dişewitîne, lê haya hin kesan pê nîne û ne xema wan e ku agir ketiye mala hinekan û dişewitîne. Her kesê ku dibêje ez xwedî wijdan im û mirov im divê hevdu fêm bike, piçûk nebîne û zilmê neke. Afirînerê me Xwedayê mezin dikaribû jî lê dîsa mirov bi yektîpî neafirand û ji reng, ziman û cinsiyetan re xweşbînî xwest. Ên ku dixwazin me bikin yektîp û ji cudahiyên me rik û nefretê vedijînin, wê di hizûra Xwedê de çi bikin gelo!”
“Ên ku em xistine vî halî bila fedî bikin”, got.
Bi vê serpêhatî û tecrûbeyê ez dikarim wiha bibêjim: Gelek bar dikeve ser pişta me hemûyan... Li Tirkiyeyê dema ku mirov li civakê dinêre, li her cihî agir heye û agir jî cihê ku pê dikeve dişewitîne. Her kes dema ku li gor rewş û halê xwe li vê yekê dinêre, hîs û nêrînên cuda derdikevin holê. Kêş û vekêşek çêdibe. Çawa ku bûyer naqedin bi heman awayî jî bi bûyerên ku di 30 salên dawîn de qewimîne, nifşên nû ku bi travmayên civakî mezin bûne, bi cudaxwazî û dubendiyekê re rû bi rû ne...
Agir, bêyî ku bibêje ew tirk, kurd, sunî an jî elewî ye dikeve malên hemû niştecihên Anatoliyayê. Bêhtir bêyî ku haya wan ji hev hebe, hemû bi hev re li cih û deverên cuda cuda dişewitin."...

 

***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bi 140 hezar dolarî Theron maçî kir

ad

Yekemîn pirtûka Shakespeare derbasî qada dîjîtal dibe

ad

Xwezîbû ku vegerim gund

ad

Xwedê hişto lawo!

ad

Ceza li mebûsa BDP'ê Tuncel birîn

ad

2011: Fîlmê salê 'Bir Zamanlar Anadolu'da' ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname