logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Hedefa Komîsyona 21’ê Reşemiyê mîlyonek îmze ye

Komîsyona 21’ê Reşemiyê: Em ji bo statûya zimanê kurdî kampanya îmzeyan didin destpêkirin

  • Dîrok: 16/02/2021
  • Beş: Nûçe

AMED 

Li Amedê du saziyên ziman Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî komîsyoneke bi navê "Komîsyona 21'ê Reşemiyê/Sibatê" ava kir. Komîsyon ji 5 kesan pêk tê. Ev komîsyon 21'ê vê mehê ku Roja Zimanê Zikmakî yedê kampanyaya ziman bide dest pê kirin. Lê ji ber ku wê rojê qedexeya derketina derve heye, 22'yê mehê dê bi awayekî fermî bidin dest pê kirin. Diruşmên kampanyayê “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” ne.

Komîsyonê bang li hemû kurdan dike ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.

Li ser navê komîsyonê îro li Cemiyeta Rojnamegeran a Amedê civîna çapemeniyê hat li dar xist. Endam û rêveberên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdarî civînê bûn. Daxuyaniya kapmanyayê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî (zazakî) û tirkî hat amadekirin û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.

VAYE EW DAXUYANÎ:

“Zimanê me hebûna me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye… Lê mixabin ev nêzî sed salî ye, siyaseta serdest bi darê zorê dixwazin kurdan ji vî mafê wan ê rewa bêpar bihêlin. Bi gotineke din dixwazin kurd ji hebûna xwe dûr bikevin, bê nasname û rûmet bimînin.  

DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ

Îro bi mîlyonan kurd li Rojhilata Navîn pêrgî asîmîlasyonê dibin. Di erdnîgarîya me de siyaseta serdest dixwaze kurdan û zimanê wan ji holê rake. Ew siyaseta çewt dixwaze kurdan ji aliyê ziman û çandê ve tune bike, lê ev helwest tu caran nabe helwesteke demokratîk û mirovî. Ev helwest li dijî fikir û ramanên wekheviyê ye jî. Divê ev siyaseta çewt demildest were terk kirin û mafê kurdan yê ziman û nasnameyê were pejirandin. Zimanê kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî, Zimanê kurdî divê bibe zimanê perwerdehiyê.

KAMPANYA BI DU LINGAN DÊ WERE BIRÊVEBIRIN 

Em bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kampanyaya îmzayê ya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî’ û ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’ didin destpêkirin. Kampanya wê di 22’yê mehê (reşemiyê) de dest pê bike û kampanya wê li ser du lingan bimeşe. Lingek jê îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rû bi rû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin.

LI DORA KAMPANYAYÊ BICIVIN 

Ev kampanya çiqasî bi navê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî were destpêkirin jî, kampanya di bingehê xwe de ya hemû kurdan e. Rêxistin, partî û dîtinên me yê sekna jiyanê çi dibe bila bibe, zimanê me hevpar e, ev kampanya ji bo ziman e, encamê wê ji bo hemû kurdan e. Ji ber vê sedemê em bang li hemû sazî, dezgeh, rîspî, rewşenbîr û kurdên cihanê dikin, ev beriya her tiştî kampanya we ye, ji bo zimanê we ye. Li dora vê kampanyayê bicivin, ev hêviya sed salan e ku kurd li bendê ne, em bi mafê zimên tacîdar bikin.

BANGA JI BO HEMÛ KURDAN

Em bang li hemû kurdan dikin: Bi hev re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin. Em bi vê kampanyayê dixwazin bi mîlyonan îmzeyan berhev bikin. Ji bo kampanyaya me her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giranîyekê ye. Di vê kampanyayê de îmzeyên me çiqas zêde bin, li hember xêrnexwazan wê vîn û xwesteka gelê kurd ew qas mezin bibe. Li hemû deverên cihanê jî wê dengê me hê xurtir bibe.

Ji ber van sedeman, em bi îmzayên xwe qêrînekê li cihanê belav bikin. Bila hemû cihan bizane ku kurd bi yek dengî dibêjin:

Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê."

MA - Diyarname 


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demirtaş di Newrozê de dê li van bajaran be

ad

Zapatero carek din bi ser ket

ad

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

ad

DTP: Emê di her platformê de bi kurdî biaxivin

ad

Derdê kesî ne Reqa ye

ad

Agirê Olîmpiyatê hat pêxistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname