Diyarname
Lîstikvanê sînema û televîzyonê Charles Grodin ku ev demek bû qansêr bû mir.
Lîstikvan, komedyen, nivîskar û talk-showkar ê amerîkî Charles Grodin di sala 1935'an de li Pittsburgh a Pensilvanyaya DYA'yê hatiye dinê.
Wî di jiyana xwe de di gelek fîlmên sînema û televîzyonê de rol girtiye, di hin lîstikên şanoyê de lîstiye û her wiha çend pirtûk nivîsîbûn. Roja 18'ê gulana 2021'ê de ji ber qansêrê mir.
Kurê wî Nicholas Grodin ji bo The New York Timesê gotiye ku bavê wî ji ber qansêrê miriye.
Wî di sala 1962'Yan de bi fîlmê "Tchin-Tchin" dest bi kar kir. Paşê 68'an de di "THe Graduate" de rol girt. Di sala 1972'Yan de dema di rêzefîlmê "The Heartbreak Kid" de rol girt, bi vê navdar bû. 78'an de bi "Heaven Can Wait" navdartir bû.
Ligel Robert De Niro di fÎlmê "Midnight Run" de lîst û rexnegiran gelek ecirabnd. Dîsa "Beethoven", "The Woman in Red" hin fîlm in ku bi wan ew tê zanîn.
Charles Grodin di navbera salên 1995-98'an de ji bo CNBC talk show çêkir.