Diyarname
Li herêma Cova Gran de Santa Linyayê îstelekta jineke ku 14 hezar sal berê jiyaye hat dîtin.
Arkeolog li herêma Cova Gran de Santa Linya ku dikeve aliyê rojhilatê Spanyayê xebata xwe ya arkeolojiyê didomînin. Hat ragihandin ku îskeleta jineke ku 14 hezar sal berê jiyaye hat dîtin. Di vê kolandinê de hestiyê navik, zendek û hestiyên lingê, hestiyên dest û lingan hatin dîtin. Hestiyê ser, hestiyê pirûsk (marîpişt) û hestiyê parsûyê jî hat dîtin, lê ji ber rewşa wan zêde ne baş bû hê nehatin analîzkirin.
Ev dîtîn der barê pêşketina biyolojik û civakî ya mirovan de agahiyên nû dide.
Ji saziya lêkolînê ya bi navê Centro Nacional de Investigacion sobre la Evolucion Humana (CENIEH) Alfonso Benito Calvo wisa gotiye: "Ev hestî teqez aîdê îskeletê însan in û hê bi awayeke bi hev ve girêdayî ne. Me du metre bin erdê cihê kolandinê dîtin."
Li vê herêmê berê bermahiyên Neandertal û mirovên hemdem ên pêşî jî hatibûn dîtin. Li vir bermahiyên heta 45 hezar sal berê hatine dîtin. Ev cihên ku niha li ser lêkolîn tê kirin li dor 6 hezar û 500 kîlometre çarqorzî ye.
Li vê herê agahiyên li ser nêçîrvanî-pergala çandinî ya navbera 7 hezar û 4 hezar salan berê de jî hatibûn dîtin.


