Diyarname
Îro li Hewlêrê lehî rabû. Tax û hin navçeyên Hewlêrê ketin bin avê û li gor agahiyên nû ku êvarkî hatin belavkirin 12 kesan canê xwe ji dest dane.
Li cih û taxên lehî jê rabû dibistan hatin betalkirin ku sibê jî dê dibistan girtî bin. Gelek erebe, kargeh û xanî di bin lehiyê man. Heta niha der barê ziyana madî de agahî nîn e lê qala ziyaneke mezin tê kirin.
Nêçîrvan Barzanî alîkarî eşkere kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo mexdûrên lehiyê pakêta alîkariyê eşkere kir. Alîkarê dê bi rêya Dezgeha Rewange bê kirin û hatiye diyarkiri ku dê yek mîlyar dînar pêşkêşî kesên mexdûr bê kirin. Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî ragihandiye ku ji bo mexdûrên lehiyê tiştê ji destê wan bê dê bikin.
PYD'ê sersaxî xwest
PYD'ê peyameke sersaxiyê belav kir û xemginiya xwe anî ziman. PYD'ê di peyamê de ji bo gelê Başûr sersaxî xwest û piştgiriya xwe jî diyar kir.


