Amed
Baroya Amedê îro du daxuyaniyên cuda lê girîng belav kirin. Yek li ser Keleha Navîn a Amedê û ya din jî li ser rojnamegerên binçavkirî.
Meseleya Kelehê
Keleha Navîn a Amedê ciheke dîrokî ye. Lê di heman demê de bi salan wekî navenda leşkerî hat bikaranîn. Niha ew der tê restorekirin û xebata vê yekê didome. Duh Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê nûçeyeke belav kiribû û gotibû “Di dema lêkolîna ji bo restorekirinê de li wê derê, li navenda Jîtemê hestiyên mirovan hatin dîtin.” Li ser vê yekê Baroya Amedê îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Li ser navê Serokê Baroya Amedê Nihat Eren serîlêdan hat kirin û ev daxwaz hat kirin, “Li Keleha Navîn a Sûra Amedê di dema restorasyonê de hestiyên mirovan hatin dîtin. Daxwaza me ew e ku xebatên restorasyonê bêne rawestandin, kolandin bê kirin û li ser hestiyên mirovan lêkolînên ku divên, her wisa nasnameyên wan bêne diyarkirin.”
Meseleya Rojnamegeran
Baroyê li ser 21 rojnamegerên hatine binçavkirin got ku azadiya ramanê û mafê agahî girtina civakê yek ji lingê bingehîn ê civaka demokratîk e û wisa got, “Xalên 26-28’an ên Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê azadiya ramanê girtiye bin ewlehiyê. Lê ligel hemû xalên Zagona Bingehîn jî lêpirsîn derbarê rojnamegeran de têne vekirin, ew têne binçavkirin û pêşî li pêşkêşkirina agahiyan a çapeminiyê tê girtin. Bi vê yekê nahêlin gel jî agahiyan bidest bixe û bigihîje encamekê.”
Baroyê got ki bu lêpirsîn û tirsê rojnameger nikarin peywira xwe ya parêzeriya raya giştî îne cih û birînên civakê baş bike. Di dawiya daxuyaniyê de baroyê banga berdana rojnamegeran kir.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Der barê rojnamegerên binçavkirî de agahiyên nû
- Li Amedê vê sibê gelek rojnameger hatin binçavkirin


