ENQERE
HDP’ê, li ser kuştina 12 kesan ên li gundê Zaxoyê Perexê daxuyaniyeke nivîkî belav kir, got “Komkujiya Zaxoyê duyemîn Roboskî ye” û bangî Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê kir ku bi awayekî lezgîn li hev bicive.
Tirkiyeyê îro gundê Perex ê Zaxoyê da ber bombeyan. Di dema ku gelek tûrîst çûbûn seyranê de bûyer çêbû û li gor agahiyên pêşî 9 sivîl mirine û li dor 20 kesî jî birîndar hene.
HDP’ê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî girtine 12 kes di bombekirinê de mirine û 20 kes birîndar bûne. Em ji bo wan ji Xwedê rehmetê û ji bo malbatan sersaxî û sebrê dixazin. Ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Bombekirina herêmên siîl sûcê şer e. Tirkiye di vî warî de ji bo peymanên navneteweyî alî ye. Ev bûyer wekî duyemîn komkujiya Roboskî dê bikeve nava dhirokê. Desthilatdarî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve berpirsiyarê vê yekê ye.”
HDP’ê got ku ji ber tezkereyê rê li ber vê komkujiyê vekiriye em bang li Lijneya Giştî dikin ku bi lezgînî li hev bicive.
Mesûd Barzanî: Em vê şîdetê şermezar dikin
Ji ofîsa Mesûd Barzanî li ser bûyerê daxuyanî hat belavkirin û bûyer hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kîjan alî dibe bila bibe şehîdkirina sivîlên mesûm sûc e û nayê qebûlkirin. Barzanî wisa got, “Ji bo li hemberî felaket û sûcên bi vî rengî bê girtin û çareseriyeke mayînde çêbibe dema wê hatiye ku Hikumeta Herê Kurdistanê û Hikumeta Federal a Iraqê hevkariyê bikin.
Serokomar Salih: Ez şermezar dikim
Serokomarê Iraqê Behram Salih li ser hesabê xwe yê twitterê komkujî şermezar kir û got, “Bombebarana Tirkiyeyê ya ser navçeya Zaxo, ku bûye sedema mirin û birîndarbûna hin zarokên me ez şermezar dikim û cihê qebûlkirinê nîn e. Berî niha jî me daxwaz kiribû ku gavên bi vê cureyê, binpêkirina yasayên navdewletî û bingehên cîrantiyê ye.”
Nêçîrvan Barzanî: Divê hikumeta Iraqê tevdîran bigire
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya belav kir de bûyer şermezar kir. Li gor nûçeya Rûdawê, Barzanî wisa got, “Divê şerê navbera Artêşa Tirk û PKK’ê de bê rawestandin û êdî li ser sînorê me mirin û xirabûn çênebe. Ji bo sûcên bi vî rengî dubare nebin, ji bo ji ser axa Iraqê re ewlehiya welatên cîran neyê tehdîdkirin divê Hikumeta Iraqa Federal tevdîran bigire.”
Mesrûr Barzanî: Tu sedema êrîşa sivîlan bê kirin tune ye
Li gor nûçeya K24, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di daxuyaniya belav kiriye de bûyer bi tundî şermezar kiriye û gotiye,”Tu sedemê êrîşa sivîlan bê kirin tune ye. Divê êrîşên wisa bêne rawestandin.”
Koma YNK’ê: Destdirêjiyên Tirkiyeyê karekî dijmintî û ne mirovî ye
Li gor nûçeya Pukmediayê Koma YNK’ê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û gotiye, “Di belavokekê deku PUKmedia`yê ew şopandiye tê de hatiye ku em wek koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di encûmena nûneran ê Êraqê de, destêwerdan û destdirêjiyên Tirkiyê li erdê û ezmana Êraqê ku li dijî welatiyên sivîl û zeviyên keştukaliyê û cihûwarên geştiyariyê li Herêma Kuridstanê bi berdewamî pêktên bi tundî şermezar dikin.”
Rêveberiya Iraqê li hev civiya
Piştî bûyerê Lijneya Ewlehiyê ya Iraqê di bin rêveberiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de bi awayekî awarte civiya.
Babacan: Ji bo bûyer zela bibe divê Tirkiye ligel Iraqê bikeve nav têkiliyê
Serokê DEVA Partisi Ali Babacan bi ser hesabê xwe yê twitterhe re got ez ji bo sivîlên mesûm ên di li Zaxoyê canê xwe ji dest dane ji Xwedê rehmetê dixwazim, ji bo malbata wan a bi êş sebrê dixwazim. Babacan di twitê de bangeke wisa jî kire, “Ji bo ev bûyer zelal bibe divê Tirkiye ligel rayedarên Iraqê bikeve nav hevkariyeke xurt.”


