Diyarname
Tîma îngilîz Chelsea ji tîma Portekîzê Benficayê lîstikvan Enzo Fernandez bi buhayeke rekor transfer kir.
Lîstikvanê arjantînî Fernandez di Kûpaya Cîhanê ya ku li Qatarê li dar ket de performansek mezin nîşan dabû û bi vê performansê wekî Lîstikvanê Ciwan ê HerîDi sal Serketî yê tûrnûvayê hatibû hilbijartin. Chelsea ku îsal di Premier Lîgê de rewşa wê ne baş e, di vê navberê de gelek lîstikvan transfer kirin. Niha jî dest avêt Fernandezî. Klûbê 121 mîlyon Euro da Benficayê.
Di sala 2021'ê de tîma îngilîz Manchester City ji Aston Villayê lîstikvan Jack Grealish bi 100 mîlyon sterlînî transfer kiribû û ev yek wekî rekor hatibû bi nav kirin. Niha bi vê transferê rekor ket destê Chelsea û lîstikvan Enzo Fernandezî.
Benficayê par di meha tîrmehê de bi 10 mîlyon sterlini ew transfer kiribû. Niha bi buhayeke mezin firot. Fernandezî ligel Chelsea bo heşt sal û nîvê peyman girê da.


