Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê îsal 80'emîn sal lidar dikeve. Fîlmê bi ser bikeve dê xelata "Şêrê Zêrîn" bigire.
Festîvala Fîlman a Navneneteweyî ya Venedîkê îsal 30'ê gelawêjê dest pê dike û 9'ê rezberê bi dawî dibe. Festîvalê niha fîlmên ku dê bikevin dû Şêrê Zêrîn diyar kirin. Di pêşbaziya sereke de ev fîlm dê ji bo xelata mezin "Şêrê Zêrîn" bikevin qayişkêşanê:
- “Comandante” Edoardo De Angelis
- “The Promised Land” Nikolaj Arcel
- “Dogman” Luc Besson
- “Le Bête” Bertrand Bonello
- “Hors-Saison” Stêphane Brizê
- “Enea” Pietro Castellitto
- “Maestro” Bradley Cooper
- “Priscilla” Sofia Coppola
- “Finally Dawn” Saverio Costanzo
- “Lubo” Giorgio Diritti
- “Origin” Ava DuVernay
- “The Killer” David Fincher
- “Memory” Michel Franco
- “Io Capitano” Matteo Garrone
- “Evil Does Not Exist” Ryûsuke Hamaguchi
- “The Green Border” Agnieszka Holland
- “The Theory of Everything” Timm Kroger
- “Poor Things” Yorgos Lanthimos
- “El Conde” Pablo Larrain
- “Ferrari” Michael Mann
- “Adagio” Stefano Sollima
- “Woman Of” Malgorzata Szumowska, Michal Englert
- “Holly” Fien Torch
Festîval îsal bi fîlmê derhêner Luga Guadagnino "Challengers" dest pê bikira lê ji ber greva li Hollywoodê ev hat guhartin. Hem senarîst hem jî lîstivanên vî fîlmî di grevê de ne loma jî fîlm ji bernameyê hat derxistin. Ji dêvla wê festîval dê bi nîşandayîna fîlmê derhêner Edoardo De Angelis "Comandante" dest pê bike.
Derhêner Damian Chazelle serokatiya juriyê dike û endamên juriyê jî ev in: Saleh Bakri, Jane Campion, Mia Hansen-Love, Gabriele Mainetti, Martin McDonagh, Santiago Mitre, Laura Poitras, Shu Qi.
***
Nûçeya Eleqedar:


