Diyarname
Bi organîzasyona Chalak Eventsê li Stenbolê konsera Kerem Sevinç li dar dikeve.
Konser roja 21'ê mehê li Muzeya Lale ya Emirgana Stenbolê wê saet 21.21'ê de li dar bikeve.
Kerem Sevinç ev du sal in li Stenbolê konser nedabû. Niha dê li Lale Muzesî ku li Emirgana Stenbolê ye derkeve pêşberî muzîkhezan.
Hunermend Kerem Sevinç bi zazakî distrê û di vî warî de yek ji kesên tê zanîn e. Heta niha sê albumên wî derketine. Stranên wî "Bao", "Poşman" hin ji stranên wî yên herî zêde têne zanîn in.
Sevinç bi salan li Amedê jiyana xwe dom kir lê niha ev 5 sal in li Stenbolê dijî. Wî di albuma xwe ya dawî "Newe ra" ku 2023'yan de derxist de stranek bi navê "Emîrgano" amade kiribû ku ji Emîrgana Stenbolê îlham girtibû. Niha bi vê û bi stranên din dê li Stenbolê be.


