Diyarname
Dawiya vê hefteyê çalakiyên çandî yên derdikevin pêş me dan hev. Çi li ku heye?
Va ne ew çalakî:
AMED:
- Rojên 20 û 21'ê mehê lîstika "Xewna Şeveke Havînê" ku ji teksta William Shakespeare hatiye girtin li ÇandAmedê tê lîstin.
- 22'yê mehê "Serpêhatiya Nikoyê Şilbik", îluzyon û balonşow li benda temaşevanan e. Çalakî saet 13'yan de li ÇandAmedê de dest pê dike.
- 23'yê mehê saet 19.30 de lîstika "Destana Moraşînê" li ÇandAmedê ye.
STENBOL:
- 21'ê mehê bi organîzasyona Chalak Eventsê konsera Kerem Sevînç heye. Konser saet 21.21'ê de li Muzeya Lale ya Emirgana Stenbolê wê li dar bikeve.
- 21'ê mehê nivîskar Seîd Veroj li Pirtûkxaneya Medyayê pirtûkên xwe îmze dike. Veroj li ser dîroka kurdan bi tirkî pirtûk nivîsîne.
- 21'ê mehê bi sernavê "Ayşe Şan Bir Sesin Sonsuzluga Açilan Yolu" çalakiyek li ser Eyşe Şanê heye. Yuksel Avşar pirtûkek bi tirkî li ser Eyşe Şanê amade kiribû, di vê çalakiyê de jî bi heman awayî dê biaxive. Moderatorê çalakiyê Koroglu Karaslan e. Çalakî saet 15'an de dest pê dike.
- 22'yê mehê li Şanoya Muammer Karaca çalakiyek bi navê "Dengbêj" heye. Saet 19'an de wê belgefîlmê derhêner Ali Bagdu ê bi navê "Dengbêjên Me" bê nîşandayîn û piştî nîşandayînê wê dengbêj Mihemedê Beyro, Sebrî Agirî, Mihemedê Serhedî, Evîn Sindî û Neslihan Ediş konserek pêşkêş bikin.
- Li Stenbolê Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya ku ÎKSV li dar dixe heta 3'yê meha pêşiya me didome.
- 21'ê mehê li Salona Sînemaya Beyoglu ya ÎBB'ê du çalakî hene: Saet 15.00'an de fîlmê derhêner Gael Kamilindi, Francis-Xavier Destors "Didy" tê nîşandayîn. Piştî fîlm ligel Beyza Aksoy gotûbêj heye ku Dilara Gevrek moderatorî dike. Saet 17'an de jî li ser senaryoyê gotûbêjek heye. Nuriye Bilici dê biaxive. Moderator Nermin Aytekîn e.
- Pêşangeha Huseyîn Duzgun ya bi navê "Dongu" heta 24'ê mehê li Weqfa Beşîkçî ya Stenbolê vekirî ye.
WAN:
- 23'yê mehê li Şanowanê lîstina "Hirço û Mozmozik" saet 14'an de tê lîstin.
ÎZMÎR:
- 20 û 21'ê mehê hunermend Mehmet Alti saet 20.00'an de li Nazim Hîkmet Kultur Merkezî konserê pêşkêş dike.
NOT: Çalakiyên em hay jê tune bin, ger em bên agahdarkirin emê lê zêde bikin. Her hefte çalakiyên dawiya hefteyê di Diyarnameyê de têne belavkirin.


