Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de maçên Dora 3'yan didomin. Ji tîmên kurdan Mûş bi ser ket, Diyarbekir têk çû û maça Îdirê sibê ye.
Maçên Kûpaya Tirkiyeyê didomin. 31'ê mehê, îro yanê 1'ê mehê maçên Dora 3'yan hatin lîstin. 2'yê mehê maçên vê dorê temam dibin. Tîmên bi ser dikevin dê derbasî Dora 4'an bibin.
Ji tîmên bajarên kurdan Mûş li Afyonsporê bûbû mêvan. Mûş bi 3-1 bi ser ket. Ev maça du duh hat lîstin golên Mûşê Furkan Gedik (Deqe 23 û 27) û Mahsun Çapkan (dqe 68) avêt. Tekane gola Afyonê Tolga Yakut (Deqe 16) avêt.
Di maçên îro de Elezîz Belediye li Kirşehîrê bi 3-0 têk çû. Diyarbekir Spor jî li Erzeromê bû mêvanê Erzurum Sporê. 90 deqîqeyên maçê bi 0-0 bi dawî bû, di deqîqeyên zêdek de Alican Ozfesli deqe 96'an degol avêt û Erzurum Spor bi 1-0 bi ser ket. Erzurum Spor bi vê derket Dora 4'em, Diyarbekir Spor têk çû.
Roja 2'yê mehê maç didomin. Ji tîmên bajarên kurdan Gaziantep FK tîma Efeler 09 (Saet 15.00) , Igdir FK jî diçe Kayseriyê (Saet 20.00). Li aliyê din Sivas Spor jî Hopa Sporê dike mêvan.
Li Tirkiyeyê A Spor maçên Kûpaya Tirkiyeyê yekser diweşîne.
***
- Nûçeyên Eleqedar:
- Reqîbên Diyarbekir, Mûş, Îdir, Entabê diyar bûn
- Mûş, Diyarbekir û Argûvan bi ser ketin, tîmên din têk çûn
- Tîmên bajarên kurdan ên di Dora 2'yemîn de dê bilîzin diyar bûn
- Mûş, Elezîz, Mêrdîn, Şirnex bi ser ketin
- Tîmên bajarên kurdan ên beşdarî vê dorê dibin diyar bûn
- Tîmê bajarê kurdan di Kûpaya Tirkiya de ca gênê
***
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…
- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com


