Diyarname
Nivîskar Nîhat Gultekîn li ser komkujiya Geliyê Zîlan heta niha bi gelek şahidên komkujiyê re axivîbû û ji wan axaftinan 3 heb pirtûk derxistinbûn. Wî, paşê li ser bûyerê du belgefîlm jî kişandin. Gultekîn, belgefîlmê dawî bi navê "Metê av xwîn tê" ligel M. Emîn Turkuz kişand. Niha ew belgefîlm li Stenbolê, li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê nîşandayîn.
Belgefîlmê bi navê "Metê av xwîn tê" wê roja 16'ê mehê saet 15'an de bê nîşandayîn û piştî belgefîlm Nihat Gultekîn û derhênerê cîgir M. Emin Turkuz dê biaxivin.


