Diyarname
Berdevakê TZPKurdî Bateyî her kes vexwend mîtînga “Êdî Bes e em bi Zimanê Xwe Perwerdehî Dixwazin”.
TZPKurdî ku ji 2006’an ve li ser ziman xebatê dide, dersa li dar dixe, mamosteyan digihîne, panelan li dar dixe vê carê dest davêje xebateke din. Di vê merhaleyê de vê carê dê mîtînan li dar bixe. Mîtînga yekem 10’ê vê mehê li Gevera Culemêrgê li dar dikeve.
Berdevake TZPKurdî Qahir Bateyî li ser mîtîngê got ku hemû amadehiyên teknîkî temam in, 10’ê mehê li sehaya futbolê ya Geverê dê mîtîng li dar bikeve û wiha berdewam kir: “Bi diruşma ‘Êdî Bes e em bi Zimanê Xwe Perwerdehî Dixwazin’ em mîtîngekê lidar bixin. Ev mîtîng dê bi hemû rengê xwe mîtîngeke kurdewar be û neteweyî be. Ev cara yekem e ku bi vî rengî mîtîngeke kurdewar, neteweyî û ji bo zimanê kurdî tê lidarxistin. Lewre em vê mîtîngê wekî mîtîngeke dîrokî dibînin.”
Bateyî bi taybetî bang gelê Gever, Şemzînan, Colemêrg, Çelê û bang li hemû kurdan kir 10’ê pûşperê dest ji karê xwe berdin, bi rihekî kurdewar, bi cil û bergên kurdî û bi feraseteke neteweyî tevlî vê mîtîngê bibin û li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkevin. Em dixwazin ji heft heta heftê salî her kurdek bi rihekî neteweyî tevlî vê mîtîngê bibe û li zimanê xwe ku heysiyet, şerf, nasname û hebûna wî ye, xwedî derkeve.”
Qahir Bateyî da zanîn ku ev mîtînga Geverê gava yekem e û piştî vê jî dê mîtîngên din li dar bikevin. Her wiha Bateyî da zanîn ku di rêzeya mîtîngan de ew xwe amade dikin ku payîzê li Amedê mîtîngeke mezin li dar bixin.