Diyarname
Demek berê di navbera hikumeta Tirkiyeyê û hikumeta başûrê Kurdistanê de peymanek hatibû çêkirin ku dê petrolê ji Başûr bînin, li Tirkiyeyê rafîne bikin û careke din bişînin Başûr. Li gor vê peymanê anîna petrolê ji Başûr dest pê kir. Roja 26'ê mehê tangêrên ku tije petrol bûn ji Başûr hatin û ji Deriyê Sînorê Xabûrê derbasî vî alî bûn. 6 tangêrên ku çûbû Başûr îro vegeriyan. Tangêr ji vir bi rê ketin û ber bi Îskenderûna Hataya Tirkiyeyê ve ketin rê.
***
Nûçeya eleqedar:


